Ji YPJ’ê peyama Cejna Qurbanê
- 14:30 27 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand. Di peyamê de wiha hate gotin: "Em Cejna Qurbanê di serî de li malbatên şehîdên xwe yên qehreman, li malbatên fedakar ên dîlgirtiyên (esîrên) şer ku bi hêvî û rûmet li bende ne, li gelê xwe yê berxwedêr, li tevahîya gelên Sûriye û li hemû şervanên ku li çeperên rûmetê diparêzin, pîroz dikin.
Cejn ji bo me wateya parvekirin, yekitî û xurtkirina têkoşînê ye. Em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo azadiya hemû dîlgirtiyên xwe û parastina welat, destkeftiyên şoreşê û azadiya jinan bi her bihayî têb ikoşin.
Cejna we pîroz be, her roj we azadî be."








