Li Dêrsimê Bang kirin: Kî tora îstîsmarê diparêze?

  • 14:35 7 Hezîran 2026
  • Rojane
DÊRSİM - Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" daxwaza eşkerekirina tora îstîsmara zayendî li Dêrsimê kir û pirsî, "Kî sûcdaran diparêze?".
 
Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" li Dêrsimê bi şîara "Em ji bo Gulistan, Rojwelat, Rojîn ên  ku di encama şîdeta mêr-dewletê de winda bûne li Dêrsimê ne û edaletê dixwzin" daxuyanî li dar xist. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn û pankartek li ser "Çi bi serê Gulistan, Rojwelat, Rojîn hat? nivîsandî hat vekirin  Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Roza Kahya û Newroz Unverdi ve hate xwendin.
 
'Endamên tora îstismara zayendî kî ne?'
 
Roza Kahya got ku "rûbirûbûnek rastîn bi sûcên li dijî jinan bingeha aştiyê ye," û got ku ew ji bo bilindkirina dengê xwe bi hev re li hev civiyane. Roza Kahya wiha domand, "Me guhdarî kir ku wan di deh salên dawî de bi dawîbûna pêvajoya aştiyê û zextên zêde, kuştina Gulistan Doku û encamên wê û ka ew çawa jiyana xwe ya rojane di bin tundiya domdar û gefa tundiyê de jiyane.  Tişta ku bi serê Gülistan Doku hat ne bûyerek tenê ye. Parlamenterê AKPê Salim Ensarioglu vê dawiyê diyar kir ku toreke îstismara zayendî ya rêxistinkirî heye ku xwendekarên zanîngehan  hedef digire, polîs û leşker tê de ne û Zanîngeha Munzur di nav van zanîngehan de cih digire. Duh, jinekê ji me re got, 'Di navbera rektorê berê yê di dema Gulistan de û yê niha de tu ferq tune ye. Ger bûyerek wusa dîsa biqewime, dîmen dê dîsa werin jêbirin.' Endamên vê tora îstismara zayendî ya rêxistinkirî kî ne û kî hîn jî wan diparêze?"
 
Tora îstîsmarê tê parastin û xelatkirin
 
Li ser navê Însiyatîfê Newroz Unverdî axivî û da zanîn ku ew ji Amed, Êlih, Stenbol, Enqere, Eskîşehîr û Meletiyê bi zêdetirî 50 jinan hatine Dêrsimê. Unverdî diyar kir ku ji bo avakirina aştiyeke rasteqîn, beriya her tiştî divê dewlet bi sûcên xwe yên li dijî jinan re rû bi rû bimîne.
 
Unverdî bal kişand ser tora îstîsmarê ya li Zanîngeha Mûnzûrê tê meşandin û ev agahî parve kirin: “Wezîrê Edaletê dibêje wê sûcên ‘kiryarnediyar’ bên ronîkirin, lê çeteyên sûc li cihê xwe disekinin. Hate eşkerekirin ku li zanîngehê toreke îstîsmara zayendî ya organîze heye ku polîs û leşker jî di nav de ne. Kesê bi navê Cem Tekînoglû ku xwendekaran bi gefan neçarî têkiliya bi rayedarên dewletê re dikir, li şûna ku bê cezakirin, wekî şêwirmendê Parlamenterê CHPê Cemal Engînyurt hate peywirdarkirin. Faîlên wekî Ahmet Zulfu Turkoglu, Îbrahîm Ozer û Îlyas Kayaokay ku der barê wan de bi dehan giliyên destdirêjî û tacîzê hene, ji aliyê rektoriyê ve tên parastin û xelatkirin. Heta ev xetere ji holê ranebe, wê pêşî li sûcên nû neyê girtin.”
 
‘Ev ne aştî ye, ev rewşa şer e’
 
Unverdî destnîşan kir ku jin bi hinceta “xebitîna li ÎŞKURê” û yên wekî wê dikişînin nava torên îstîsmarê û faîlên van bûyeran jî bi piranî leşker, çawîşên pispor û hêzên ewlekariyê ne. Unverdî bal kişand ser mîlîtarîzekirina Dêrsimê û wiha domand: “Nifûsa Dêrsimê bi gundan ve 85 hezar e. Lê li vî bajarî 9 hezar xwendekar û nêzî 10 hezar hêzên ewlekariyê yên fermî hene. Yanî li bajêr serê her xwendekarekî zêdetirî polîsek an leşkerekî dikeve. Her der bi mobeseyan tê şopandin. Bi hinceta erdhejê saziyên wekî walîtî û edliyeyê xistine nava kampusa zanîngehê. Rêxistinên jinan nikarin bikevin zanîngehê, lê wesayîtên leşkerî û polîsan li ber deriyê yurdên xwendekaran in. Bajar veguheriye qadeke mêrsalar. Zêdebûna hêzên dewletê li vir ne ji bo ewlekariyê ye; berevajî vê yekê ewlekariya jinan ji holê radike. Îro dema qala aştiyê tê kirin, pêngava yekem eşkerekirina sûcên li dijî jinan e; ya duyem jî bidawîkirina vê hejmara anormal a polîs û leşkeran e. Ev ne aştî ye, rasterast rewşeke şer e.”
 
Hevkariya Cemaet, TUGVA û leşkeran
 
Di daxuyaniyê rola saziyên îktîdarê yên wekî TUGVA û Îlim Yayma Cemiyetî jî hate destnîşankirin. Unverdî diyar kir ku serokê TUGVA'yê yê bajêr bi navê “Xwendekarên Jin ên Munzurê” komeke WhatsAppê ava kiriye û hejmarên telefonên jinan bi personelan leşkerî re parve dike. Unverdî got ku jin bi hinceta “gerê” dikişînin nava tora îstîsmarê û dema daxuyanî didin jî bi gefan tên bêdengkirin. Unverdî bibîr xist ku tevî van îdiayan jî Rektoriyê bi TUGVAyê re protokol îmze kiriye û ev yek nîşaneya hevkariyê ye.
 
Jinan di dawiya daxuyaniyê de peyama bilindkirina têkoşînê dan û wiha gotin: “Em ê bibin şopînerên van sûcan û pey vê yekê bernedin. Ji bo aştiyeke rasteqîn û azadiya jinan, em dibêjin dawî li şîdeta dewlet-mêr bînin!”