Li Amedê starta ‘Mitînga Azadiyê’ hat dayîn

  • 12:44 15 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - TJA, DBP û DEM Partî li Amedê starta “Mitînga Azadiyê” dan û gotin: "Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye.”
 
“Mitînga Azadiyê” bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê di 28'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 17:00'an de bê lidarxistin. Saziyên navborî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê starta “Mitînga Azadiyê” dan. Endam û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê ên Amedê, aktivîstên TJA'yê, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya Azad ve Ber bi Civaka Demokratîk ve” hate daliqandin. Endamên Komîteya Amadekar ên Mitîngê Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç bi zaravayê Kurmancî daxuyaniyê xwend û Cîgira Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulîz Kaya jî bi Tirkî daxuyaniyê xwend.
 
Mûhîttîn Mûgûç diyar kir ku gelê Kurd bi dehan salan e ku têkoşîna azadî, nasname û jiyaneke bi rûmet dide û got: “Di vê têkoşînê de berdêlên giran hatine dayîn; ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku wekhevî û demokrasiyê dixwazin êşên mezin kişandin. Lê belê, ligel hemû zextan jî vîna azadiya gelan nehatiye teslîmgirtin. Bangawaziya ku di 27ê Sibatê de ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hat kirin, ji bo çareseriya demokratîk û jiyana hevpar bûye qonaxeke dîrokî. Ev bangawazî; perspektîfa civaka demokratîk a ku gel dikarin tê de bi ziman, nasname û statuya xwe bi azadî bijîn, derxistiye holê. Di pêvajoya borî de, bi sekinandina şer û pevçûnan re civak nefesek girtiye, hêsirên çavên dayikan sekiniye û gel careke din dîtiye ku aştî çiqasî bi nirx e.”
 
Mûhîttîn Mûgûç di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku daxwaza gelan ew e ku ji bo aştiyeke birûmet û mayînde, gavên demokratîk demildest bên avêtin û ev tişt gotin: “Beriya her tiştî divê zagona ‘Têkoşîna li dijî Terorê’ were rakirin, divê zagonên antîdemokratîk demildest bên guhertin, Dawî li sepandinên qeyiman bê anîn, girtiyên siyasî bên berdan, qedexeyên li ser ziman û çanda gelê Kurd bi temamî bên rakirin. Ji bo ku aştî xurt bibe û çareseriya demokratîk bi pêş bikeve, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên birêz Abdullah Ocalan werin sererastkirin û bi zagonê were garantîkirin, riya azadiya wî ya fizîkî bê vekirin. Di serdemeke wiha de ku Rojhilata Navîn bi şer û krîzan hatiye dorpêçkirin, aştî êdî pêdiviyeke wisa ye ku nayê paşxistin. Çareseriya demokratîk, ne tenê dahatûya gelê Kurd, dahatûya hevpar a hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn e.”
 
Muhîttîn Mûgûç di dawiya axaftina xwe de derheqê mitînga “Hêvî û Azadiyê” de agahî da û got: “Ji ber vê yekê, em wekî gelê Amedê; di 28ê Hezîrana 2026an de, saet di 17.00 de li Qada Îstasyonê, bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin’ li qadan bin. Bi vê mabestê em bang li gelê xwe, li ciwanan, jin û kedkaran ango hemû hêzên demokratîk dikin da ku em werin cem hev. Niha dem dema bilindkirina dengê xwe ye! Niha dem dema bilindkirina daxwaza demokrasiyê ye. Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye.”