KOMAW'ê daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kir

  • 16:46 15 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Komeleya Malbatên Mexdûr û Windahiyan (KOMAW) a li Fransayê, diyar kir ku di avakirina aştiyê de ew dixwaze bi rol rabe û dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Weke malbatên şehîdan ên ku hebûneya xwe ya herî hêja di oxira Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de feda kiriye, em muxatabên herî rewa yên lêgerîna çareseriyê û diyaloga bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herî zêde ew bi hilweşîna pêvajoya şerê 42 salan zanin, lewma yên herî baş bi girîngiya jiyanî ya aştiyê zane jî ew bi xwe ne.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Divê were zanîn ku ti şer heta bi hetayê dewam nake. Êş jî bi rakişandina li hemberî hev an jî bi israra li ser konseptên tunekirinê ti pirsgirêka civakî çareser nabe; berevajî vê yekê neçareseriyê mezintir dike. Xwişk-biratî û lihevkirineke civakî ya rasteqîn tenê bi hurmeta li mafên hev a gelan, bi parastina mafên hev dibe.
 
Weke KOMAW Fransa (Komeleya Malbatên Mexdûr û Windahiyan) em di wê baweriyê de ne û xwedî wê biryardariyê ne ku pêvajoya diyalogê û dema nû ya ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin wê li ser bingeha demokratîk, mayinde û maf bi aştiyê bi encam bibe. Di vê çarçoveyê de em dixwazin ku bi heyeteke bi navê komeleya me hevdîtineke yekser bi Birêz Abdullah Ocalan re bikin. Weke şahidên ku di rêzên destpêkê de êş kişandine, em dixwazin di avakirina aştiyê de bibin xwedî gotin û rol. Em careke din piştgiriya xwe ya bê şert û merc a ji bo vê pêvajoyê dubare dikin."