Li Wanê ji bo Mîtînga Azadiyê belavok hatin belavkirin
- 21:25 26 Hezîran 2026
- Rojane
WAN - Li Wanê beriya Mîtînga Azadiyê ku dê sibê li Qada Newrozê bê lidarxisin belavok hatin belavkirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 27’ê Hezîranê de ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qada Newrozê ‘Mîtînga Azadiyê bê lidaraxistin. Beriya mîtîngê li navend û navçeyan belavok hatin belavkirin.
Parlamenterên DEM Partî yênWanê, parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeye Boz, parlametnerê Colemêrgê Onur Duşunmez, parlamentera Agiriyê Nejla Demîr û gelek kes tevli xebatê bûn.
Xebat bi dirûşmeyan bidawî bû.







