Li Mersînê tundiya mêr
- 18:20 1 Tîrmeh 2026
- Rojane
MERSÎN – Gumanbar Y.K ku tundî li du jinan kir, ji bo bê girtin xebat hatin destpêkirin.
Li navçeya Tarsus a Mersînê mêrê bi navê Y.K tundî li jina bi navê B.Ş kir. Jineke din ku xwest alîkariyê bide B.Ş jî ji aliyê gumanbar ve tundî dît.
Gumanbar Y.K ku tundî li jinan kir, ji cihê bûyerê dur ket. B.Ş ku tundî lê hat kirin çû emniyetê û der barê gumanbar de gilî kir.
Ji bo girtina gumanbar xebat hatin destpêkirin.







