DBP’ê li Semsûrê bi gel re civîn li dar xistin

  • 19:41 6 Tîrmeh 2026
  • Rojane
SEMSÛR - DBPê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” de, li navend û gundên Semsûrê berdewam dike. Di civînan de fikar, daxwaz û pêşniyarên şênber ên gel derketin pêş. Welatiyan destnîşan kir ku mijûlkirina dewletê baweriyê dişkîne û bang kirin ku divê gavên qanûnî bên avêtin.
 
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya pê re bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” de, li navend û gundên Semsûrê civînên gel û rêze çalakiyên xwe berdewam dikin. Şandeyê di vê çarçoveyê de pêşî bazara tûtinê, toptançiyên sebzeyan û mînîbûsvan ziyaret kir. Paşê bi boneya meha Muharremê beşdarî bernameya Aşûreyê ya li Cemxaneya Semsûrê bûn û herî dawî li gundên Turûş û Akpinarê bi gundiyan re civiyan.
 
Di her serdanê de Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalab ên di 27ê Sibatê de yên derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de û helwesta dewletê rexne kir û wiha axivî: “Ji 27ê Sibatê ve dewletê dikaribû gavên pir xurtir biavêta. Lê rewşeke nezelal derket. Gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ a dewletê ku di qada giştî de israrê lê dike, nêzîkatiyeke şaş e. Heke dewlet li ser maseyê rûniştibe, divê li gorî maseyê tevbigere. Îradeya ku çekan datîne, dixwaze tevlî siyasetê bibe. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene, divê demildest bên berdan. Hevalên me yên ku siyaseta demokratîk dikin wekî rehîn hatine girtin. Tevî van hemû polîtîkayên înkarê jî Kurdan şaredarî qezenc kirin, lê qeyûm tayînî wan kirin. Em ji lîderê MHPê û Serokkomar dipirsin Kurd li ku derê bisekinin? Êdî kes nikare bêje Kurd nîn in, zimanê Kurdî nîn e. Ev bi berxwedana gelê Kurd pêk hat.”
 
‘Aştiyeke ku nasnameya Kurdî nas dike pêwîst e’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê gel û wiha pê de çû: “Kurd tu carî ji bo vê welatî nebûn xeterî. Di avakirina nirxên vê welatî de keda gelê Kurd heye. Pêdivî bi rêziknameyeke qanûnî heye ku êdî kes li vê welatî serî li çekan nede. Divê dewlet nêzîkatiya ‘yek miletî’ biguherîne û pergala pirrengiyê qebûl bike. Pêdiviya me ne bi aştiyeke nîvco, bi aştiyeke rastîn heye ku nasname, dîrok û hebûna Kurdan nas dike.”
 
‘Em ê çawa baweriyê bi vê dewletê bînin?’
 
Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar, welatiyan fikar û rexneyên xwe anîn ziman. Nirxandinên welatiyan ên di civînan de wiha bûn: ajokarekî minûbusê diyar kir ku divê pêvajo bi awayekî zelal ji gel re bê ravekirin. Qonaxên avakirina aştiyê çi ne, divê em bizanibin.”
 
Welatiyekî din got MHP gelê Kurd dixapîne û wext qezenc dike. Pirsgirêka me ya baweriyê bi vê pergalê re heye. Welatiyekî ku xizmê wî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye jî ev tişt anî ziman: “Birayê min di girtîgehê de mir. Ez ê çawa baweriyê bi vê dewletê bînim? Tiştekî ji wan naxwazim, tenê bila azadiya min asteng nekin.”
 
Jineke din bernameya aşûreyê de jî destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û wiha got: “Bila qanûn werin derxistin, em dixwazin çareseriyekê bibînin. Girtî û sirgûn bila vegerin malên xwe.”
 
‘Çima qanûn nayên Meclîsê?’
 
Li gundên Turûş û Akpinarê jî welatiyan pirsên giranbiha kirin. Gundiyekî bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewletê û got: “Tayyip Erdogan, Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçeli dibêjin ‘bila qanûn werin Meclîsê’, lê çima nayên? Astengî çi ye û kî ye?”
 
Welatiyekî din jî bal kişand ser yekîtiya neteweyî û wiha axivî “Kêmasiyên me bixwe jî hene. Divê kesên têkoşîna nasnameyê didin, rexnedayînê jî bidin. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin, divê em zêdetir xwedî lê derkevin. Divê dewlet devji mijulkirinê berde, her ku dem dirêj dibe, bawerî dişikê.”
 
Civîn, bi bersivandina pirsên welatiyan û nirxandinên dawî yên şandeyê bi dawî bû.