Ji OHD'a Stenbolê rapora 6 mehan

  • 16:13 9 Tîrmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan OHD'a Stenbolê rapora binpêkirina mafên girtiyan a 6 mehên sala 2026'an eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku tevî pêvajoya aştiyê jî pêkanînên xirab ên li ser girtîgehan ku derhiqûqî ne berdewam dikin.”
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora binpêkirina mafên girtiyan a 6 mehên 2026'an eşkere kir. Rapor di encama serdanên OHD'ê li girtîgehên Herêma Marmarayê hatiye berhevkirin û bi raya giştî re hat parvekirin.
 
Girtîgehên ku heyetên OHD'ê serdanê kirin û rapor derbarê wan de hatine amadekirin, ev in: Girtîghên Edirne Tîpa F û L, Girtîgeha Çorlu, Girtîgeha Tekîrdagê Hejmara 1'emîn Tîpa F, Girtîgeha Tekîrdagê Hejmara 2'yemîn Tîpa F, Girtîgeha Marmarayê Hejmara 5'emîn a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê, Girtîgeha Bakirkoyê, Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R, Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L, Girtîgeha Maltepeyê Hejmara 3'yemîn a Tîpa L, Girtîgeha Umraniye ya Tîpa T, Girtîgeha Gebzeyê, Girtîgeha Kocaeliye Hejmar 1'emîn, Girtîgeha Kocaeliye Hejmar 2'yemîn Tîpa F, Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T, Girtîgeha Sakarya Hejmar 2'yemîn Tîpa L û Girtîgeha Bolûyê Tîpa Fyê.
 
OHD'ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe ya li Navçeya Beyoglûya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên OHD'ê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hate daliqandin.
 
Kurteya raporê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Zozan Vargun ve hate xwendin.
 
Zozan Vargun diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyek nû dest pê kiriye û wiha got: “Şerê ku bi salan qewimî di heman demê de birînên kûr di nava civakê de çêkiriye. Di vê pêvajoya dîrokî de, yek ji qadên ku van binpêkirinan bi awayekî herî eşkere û giran lê diqewimin, pergala girtîgehan e. Girtîgeh di hiqûqa cezayê ya modern de ne tenê mekanîzmayeke cezayê ne. Ji ber vê yekê, rejîma girtîgehan ne tenê di çarçoveya hiqûqa înfazê de, di heman demê de di warê hiqûqa destûrî, hiqûqa mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de jî hewcedariya nirxandineke piralî derdixe holê. Tevî ku di civakê de hêvî û piştgirî ji bo aştî û çareseriya demokratîk çêbûye jî, lê ji aliyê dewletê û desthilatê ve planeke reformê ya tevahî, sîstematîk û normatîf ya derbarê pêvajoyê nehatiye danîn. Ev rewş di navbera hêviyên normatîf û hilberandina polîtîkayên rastîn de nehevkêşiyeke eşkere derdixe holê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê rejîma girtîgehan bi taybetî eleqedar bike. Ji ber ku girtîgeh ne tenê saziyên girtî ne ku tê de kes ji azadiya xwe tên mehrûmkirin, di heman demê de qadên ku berpirsiyariyên erênî yên dewletê, standarda rêzgirtina mafên mirovan û sînorên dewleta hiqûqî ya demokratîk e.”
 
Zozan Vargun destnîşan kir ku çavdêrî û nirxandinên ku li gelek girtîgehan, bi taybetî li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin, dijwarî û domandina pratîkên tecrîdê yên li dijî girtiyan eşkere dike û ev yek anî ziman: “Ev rewşa tecrîdê ne tenê bi tengkirina cihê fîzîkî sînordar dimîne, di heman demê de dibe sedema ku qadên civakî, derûnî û ragihandinê jî bi awayekî sîstematîk werin sînordarkirin. Li gorî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ku dewlet terefê wan e, berpirsiyariya pêşîlêgirtina îşkenceyê berpirsiyariyek mutleq e. Ev berpirsiyarî ne tenê pêşîlêgirtina binpêkirinê digire, di heman demê de meşandina lêpirsîneke bi bandor û sepandina ceza û tedbîrên guncav jî di nav xwe de digire. Spor, çalakiyên çandî, bernameyên perwerdehiyê û qadên têkiliya civakî ji beşên bingehîn ên pergala înfaza cezayê ya modern in. Lê di pratîkê de, bi taybetî li girtîgehên ewlehiya bilind, tê dîtin ku ev çalakî bi awayekî giran hatine sînordarkirin an jî bêbandor hatine hiştin. Girtîgehên nû yên Tîpa S û Tîpa Y, hem ji aliyê avahiyê û hem jî ji aliyê rejîma infazê ve, li ser bingeha ewlehiya bilind û îzolasyonê hatine avakirin. Di van saziyan de, ku girtî bi piranî di hucreyên yekkesî de tên girtin, têkiliya civakî ya girtiyan di asta herî kêm de ye û bikaranîna qadên hevpar jî bi awayekî pir sînordar tê kirin. Ev rewş armanca rehabilîtasyonê ya hiqûqa înfazê dixe nav nîqaşan.”
 
Zozan Vargun di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku cihêkariya sîstematîk a li dijî girtiyên siyasî bi Pakêtên Darazê yên 10'emîn û 11'emîn hatiye domandin û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Divê ev cihêkarî bi Pakêta Darazê 12'yemîn neyê berdewamkirin û cihêkirinê di rejîma infazê de bi lez were bidawîkirin. Hewcedarî pê heye ku rêzikname û guhartinên derbarê rejîma înfazê de ji bo hemû girtiyan li gorî prensîba wekheviyê werin pêkanîn. Pergala dadweriya cezayê divê li hemberî hemû beşên civakê û hemû kesî dadperwer be. Girtîgeh nikarin bibin cihên ku dadwerî tê de tê rawestandin. Di encamê de, ji bo vekirina rêya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê, ji bo ku hemû beşên civakê li ser bingeha hemwelatiya wekhev bi hev re bijîn û ji bo avakirina dîsa ya serweriya hiqûqê, divê di hemû saziyên dewletê de, bi taybetî di girtîgehan de, pêvajoyeke reformê ya ku rêzê li mafên mirovan digire dest pê bike. Divê pratîkên cihêkar û kêfî yên ku di girtîgehan de tên sepandin bi lez werin bidawîkirin. Divê dewlet berpirsiyarî û erkên ku destûr û qanûn li ser milê wê danîne bi cîh bîne û hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan, bi taybetî pratîkên tecrîdê, bi dawî bike.”