Ozlem Gunduz: Divê sererastkirina ewil a qanûnê statuya Abdullah Ocalan be

  • 09:04 17 Tebax 2026
  • Rojane
ANKARA - Endama MYK'a DEM Partiyê Ozlem Gunduz, derbarê "Qanûna Çarçoveyî" de axivî û diyar kir ku herçend kêmasiyên qanûnê hebin jî gaveke girîng e û her wiha anî ziman ku divê karê ewil ê wê lijneya piştî ketina meriyetê ya qanûnê  statuya Abdullah Ocalan be.
 
Ev qanûna ku di çarçoveya însiyatîfa "Aştî û Civaka Demokratîk" de û piştî pêvajoyeke zêdetirî du salan bi sernavê "Xurtkirina piştevaniya neteweyî û yekparebanûa civakî" hatibû amadekirin, bi 467 dengên erênî li Parlamentoyê hat erêkirin. Hate ragihandin ku hûrgiliyên derbarê ketina meriyetê ya qanûnê û qonaxa pêkanîna wê  dê di rojên pêş de werin zelalkirin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozlem Gunduz, derbarê vê qanûnê de nirxandin kir.
 
Ozlem Gunduz bal kişand ser wê yekê ku têkoşîna çekdarî ji ber redkirina hebûna Kurdan derketibû holê û got: "Dema em li destpêka têkoşîna çekdarî û wê heyama pêncî salî ya piştre dinêrin, demeke ku navê 'Kurd' bi xwe jî nedihate ziman bû. Ev qanûn destpêka pêvajoyekê ye ku tê de hebûna Kurdan bi awayekî eşkere tê nîqaşkirin û axaftin. Lêbelê, yasaya ku hatiye pejirandin, ne wekhevî an jî hevwateya danîna çekan, berfirehkirina qada siyaseta demokratîk an jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e."
 
'Berdewamiya qanûnê dê bi rêya têkoşînê pêk were'
 
Ozlem Gunduz diyar kir ku ew vê qanûnê wekî "qaanûna çarçoveyî" dibînin û got ku ev destpêk e. Her wiha Ozlem Gunduz destnîşan kir ku ev pêvajo derbasbûneke ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna li ser bingeha siyaseteke demokratîk e. Ozlem Gunduz bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye bi pirsgirêkeke cidî ya demokratîkbûnê re rûbirû ye û got: "Em vê yekê wekî gaveke destpêkê ya ji bo çareserkirina hemû van pirsgirêkan dibînin. Ev gaveke biçûk e, lê gaveke girîng e; gavek e ku kêmasiyên wê hene û pêwîstiya wê bi temamkirinê heye. Em ê bi rêya têkoşîna xwe ya kolektîf, berdewamiya vê pêvajoyê misoger bikin. Ne rast e ku mirov hêviyan tenê bi vê qanûnê ve sînordar bike. Armanc ew e ku rê ji bo danîna çekan û ji bo ku kesên ji ber sûcên têkildarî PKK'ê hatine mehkûmkirin û her wiha yên ku niha li derveyî welat in li ser axa xwe tevlî siyaseteke demokratîk bibin, were vekirin."
 
'Ziman di pratîkê de xwe nîşan dide'
 
Ozlem Gunduz anî ziman ku wan ji destpêka pêvajoyê ve bal kişandine  ser pêwîstiya guhertina zîhniyetê ya derbarê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û got: "Ev guhertin bi awayekî xwezayî bandorê li ziman û pratîkê jî dike. Meylek heye ku pirsgirêka Kurd tenê wekî 'pirsgirêka terorê' were dîtin. Divê em wê bi vî awayî bi nav nekin, ji ber ku pirsgirêkeke ku nayê înkarkirin li holê ye û navê wê jî pirsgirêka Kurd e. Tundî û pevçûnên ku ji ber neçareserkirina vê pirsgirêkê derdikevin holê, encamên înkarkirina hebûna wê ne. Nêzîkbûna li vê mijarê bi rêya têgeha 'terorê', nêzîkatiyeke bi niyeteke baş nîne."
 
'Divê pêşî zîhniyet biguhere'
 
Heke em behsa pirsgirêkeke sedsalî û çareseriya wê dikin, divê berî her tiştî zîhniyeta me biguhere. Pêwîst e em wê rast fêm bikin, rast pênase bikin û rast bînin ziman. Anîna ziman a mijarê bi karanîna têgehên qanûnî, bi awayekî xwezayî dibe sedema nerihetî û bêhêviyê di nava civakê de. Ji ber ku kesên ku vê pirsgirêkê pênase dikin, têkoşîna wê dimeşînin û berdêla wê didin, pir baş dizanin ka pirsgirêk bi rastî çi ye. Nêzîkatiya bi vî awayî, rê li ber pejirandina wê ji aliyê civakê ve bi giştî digire. Di heman demê de, ev yek bandoreke neyînî li ser baweriya bi pêvajoyê û hesta xwedîderketina li wê dike. Ew mijara ku hûn wekî ‘teror’ an ‘terorîst’ bi nav dikin, di rastiyê de nîşandana windahiyên kesane yên her Kurdek ye ku ji malbata wan a nêzîk bigire heta derdora wan e. Ji vî alî ve, fêmkirina rast a hestên Kurdan û pênasekirina rast a mijarê girîng e. Dema ku pênase rast be, pêşveçûn saxlemtir dibe û encam zûtir tên bidestxistin.”
 
‘Hîna rewşa ku wekî dijmin dibînin heye’
 
Ozlem Gunduz bal kişand ser wê yekê ku Kurd çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd dixwazin û wiha lê zêde kir: “Ji roja ewil ve em bi berdewamî civînên gel li dar dixin. Em li taxan bi gel re ne. Ew di vê mijarê de gelek bi biryar û bi kelecan in. Lêbelê, di vê xalê de hesteke nerihetiyê jî heye. Pênasekirina rewşê bi karanîna têgehên wekî ‘teror’ û ‘terorîst’, hem neheqî ye û hem jî ji bo Kurdan ‘heqaret’ e. Gelo mirov çawa dikare bi zîhniyeteke ku tiştan bi vî awayî pênase dike, bigihîje çareseriyê? Ji destpêkê ve, rewş ku di çarçoveya dijminatiyê de bibînin û pênase bikin heye. Ez di baweriya ku ev yek dê bi demê re biguhere de me. Me di vê pêvajoya salek û nîvê de pêşveçûnên girîng bi dest xistin. Gelek tişt guherîn û veguherîn. Hîn jî pêdivî bi demê heye, ji ber ku di her warî de têgihiştineke pir xirab hatiye afirandin. Ez dibêm ku ev yek dê bi demê re biguhere û veguhere.”
 
‘Nebûna kanalên ragihandinê li dijî şertên danûstandinê ye’
 
Ozlem Gunduz got "Birêz Abdullah Ocalan aktorê damezrîner û danûstandinkarê sereke yê vê pêvajoyê ye," wiha anî ziman: "Di şert û mercên heyî yên li Îmraliyê de, nebûna kanalên ragihandinê yên azad û şertên xebatê yên guncav, rê li ber wê yekê digire ku Birêz Ocalan wekî danûstandinkarê sereke bi awayekî bibandor pêvajoyê bi rê ve bibe. Jixwe, eger aliyên têkildar hebin û îradeya çareserkirina mijarê hatibe nîşandan, divê alî wekî pêdiviyeke xwezay di bin şertên wekhev de tevbigerin. Di rewşekê de ku dewletê helwest û pozîsyona xwe eşkere kiriye, ne li gorî cewhera van danûstandinan e ku gotin û nêrînên Birêz Ocalan ku aktorê sereke y ne bi rêya kanalên ragihandinê yên rasterast bi tevgera wî re, lê tenê bi rêya heyet an aliyên sêyemîn bên ragihandin." 
 
‘Yek ji mijarên sereke statuya qanûnî ya Birêz Ocalan e’
 
Ozlem Gunduz diyar kir ku erka yekem a wê heyeta ku piştî ketina qanûnê ya meriyetê dê were avakirin, diyarkirina statuya qanûnî ya Abdullah Ocalan eû wiha berdewam kir: "Pêwîst e were misogerkirin ku Birêz Ocalan rola xwe di pêvajoyê de wekî danûstandinkarê sereke bilîze. Wekî DEM Partiyê ev yek her wiha yek ji mijarên me yên sereke yên rojevê ye. Qanûn girîngiyeke xwe hebû, lê kêmasiyên wê hene. Divê ji bo çareserkirina van kêmasiyan têkoşîn were meşandin..
 
Pêwîst e were misogerkirin ku şert û mercên danûstandina azad ji bo Birêz Ocalan hebin û kanalên ragihandinê bên vekirin; bi vî awayî dê pêvajo bi awayekî saxlemtir û bileztir pêş ve biçe. Eger em dixwazin pêvajo bi awayekî saxlem û bilez pêşve biçe û divê gavên pêwîst bên avêtin. Eger rewş bi vî awayî berdewam bike, dê ev yek fikarên derbarê pêvajoyê de zêde bike û baweriyê bixe bin gumanê."
 
'Divê ji bo demokratîkbûnê gav bên avêtin'
 
Ozlem Gunduz diyar kir ku qonaxek hatiye derbaskirin,tevî leza hêdî ya pêvajoyê ku zêdetirî du salan e berdewam dike û anî ziman ku bi derxistina qanûnê re gavek hatiye avêtin. Ozlem Gunduz got ku civak ji bo qonaxên piştre yên pêvajoyê jî xwedî hêvî ye. û anîna ziman ku Tirkiye di warên aborî, civakî, siyasî û ekolojîk de rûbirûyê gelek pirsgirêkên ku pêdiviya wan bi çareseriyê heye ye. Ozlem Gunduz got  ku ligel qanûnên demokratîkbûnê divê derbarê azadiya derbirînê û azadiya rêxistinbûnê de gavên berbiçav bên avêtin.
 
‘Divê zemîna pêşveçûna saxlem a pêvajoyê were avakirin’
 
Ozlem Gunduz, bi gotina ku ji bo hêsankirina vegera gerîlayan ser axa wan û beşdarbûna kesên ji derveyî welat vedigerin di siyaseteke demokratîk de, pêwîst e qanûnê bilez û bi awayekî ku piştgiriyê didin hev bên derxistin, hişyarî da ku eger qanûn di rewşa xwe ya niha de bimîne, dê bêwate be. Ozlem Gunduz got: "Ji bo ku ev hemû pêk werin û ji bo misogerkirina wê yekê ku gava destpêkê û pêvajoya piştî wê bi awayekî saxlem pêş ve biçin divê em tu carî ji bîr nekin ku Birêz Ocalan di vê mijarê de aliyekî sereke yê danûstandinê ye û divê şert û mercên pêwîst ji bo vê rolê bên afirandin. Divê zemîna pêşveçûna saxlem a pêvajoyê were avakirin."