Lêgerîna edaletê ya 32 salan: Heta kiryar neyên dîtin şîn bi dawî nabe
- 09:07 17 Tebax 2026
- Rojane
Berîtan Tunç
ÎZMÎR - Hevjîna İkram Mihyaz ê ku di 5'ê Tîrmeha 1994'an de li Îzmîrê bi zorê hat windakirin û piştre hat kuştin Azîze Mihyaz, diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê pêvajoya şînê dirêj dikin û got: "Bila kujer bên eşkerekirin. Heta em bi sûcdaran re rûbirû nebin, em nikarin şîna xwe bi temamî bi dawî bikin."
Her ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşveçûnên nû dimeşe, nîqaşên derbarê "Qanûna Bingehîn" a ku ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye pejirandin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, têkoşîna malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirine û bi salan e daxwaza edaletê dikin, didome. Ev malbat daxwaza bidawîanîna neheqiyên demdirêj dikin û bang li rayedaran dikin ku bi rastiyê re rûbirû bibin.
Tevî derbasbûna salan jî derbarê encamên giran ên polîtîkayên sîstematîk ên tunekirin û înkarkirinê yên dewletê li dijî gelê Kurd di salên 1990'î de; hîna jî perdeya li ser polîtîkayên windakirinên bi zorê, kuştinên kiryarên wan nediyar, îşkence, şewitandina gundan, koçberkirina bi zorê perdeya li nehatiye rakirin. Digel ku bi hezaran kes di bin çavan de hatin windakirin û kuştin, malbatên ku mane, hîn jî bi heman pirsên bêbersiv re rûbirû ne û lêgerîna xwe ya ji bo edaletê xurt dikin û barê şîna xwe ya neçareserkirî hildigirin. Di vê serdema niha de ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, mijarên aştî û rawestandina pevçûnan dîsa ketine rojevê. Tê diyarkirin ku aştiya civakî tenê bi rûbirûbûna bi rabirdûyê re, zelalkirina çarenûsa windahiyan, ronîkirina kuştinên kiryarên wan nehatine diyarkirin û radestkirina berpirsiyaran bo dadgehê pêkan e.
Sih û du sal di ser kuştina Îkram Mihyaz re derbas bûn ku di 5'ê Tîrmeha 1994an de li Îzmîrê bi zorê hat windakirin û piştre hat qetilkirin. Hevjîna wî, Azize Mihyaz, behsa têkoşîna ji bo rastî û edaletê kir ku ew dimeşîne.
Azize Mihyaz bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya lêgerîna edaletê demeke dirêj kişandiye û diyar kir ku dosyeya dozê ji ber qedandina dema qanûnî ya dozê hatibû girtin, bi saya hewldanên wan ji nû ve hat vekirin, lê piştî demekê dîsa hat girtin. Azize Mihyaz got: "Em plan dikin ku bi parêzerê xwe re pêvajoyê ji nû ve bidin destpêkirin. Em dixwazin doz bi encam bibe. Em dixwazin bizanibin ka kê ev yek kiriye. Em dixwazin bizanibin kê ew revandiye û çima ev yek kiriye. Hevjînê min mirovekî gelek aram, rastgo û baş bû. Wî ji karê xwe hez dikir. Ew sendîkavan bû. Wî yekem sendîka li Îzmîrê wî ava kiribû. Tu pirsgirêkên me tunebûn. Li gorî tiştên ku em piştre hîn bûn, wisa xuya dike ku demekê ew şopandine. Sibêyekê, saet di 7:15'an de çûbû ser kar. Ew li rawestgeha otobusê ya Mizgefta Mevlana bûye. Em nizanin ka ew ji wir an ji cihekî din birine. Ew birine gundê Çiçekli yê Manisayê; gundî wisa dibêjin. Agahî dan keyayê gund û wî jî telefonî Qereqola Polîsan a Bornovayê kiriye. Jandirme çûn wir. Nabza wî hîn germ bû; nû hatibû kuştin. Ew birine Nexweşxaneya Bornovayê. Sibêya din, derdora saet şeşan, agahî gihîşt qehwexaneyê û gotin 'Îkram hatiye gulebarankirin.' Piştî wê, otomobîlên polîsan heta êvarê li kolana me geriyan. Bi taksiyên spî bi berdewamî li dora malame digeriyan. Vê rewşê heta saet yekê - duya şevê dewam kir. Tenê carekê li ber mala me sekinîn. Pirsîn: 'Gelo hûn dizanin Îkram li ku ye?' Me jî bersiva 'Çû ser kar û venegeriyaye' da. Roja din me agahî wergirt û me cenaze wergirt."
'Şîna me berdewam dike'
Azîze Mihyaz diyar kir ku ew heyama navberê ji bo wê zehf dijwar derbas bûye û got: "Ez niha behs dikim, lê jiyana rewşê û vegotina wê cuda ye. Malbata me belav bû. Ji bo min gelek zehmet bû. Hîn jî wisa ye. Gava kesên din dikenin, ez nikarim bikenim. Kurê min mezin bûye; neviyekî min heye. Sal derbas bûn. Kurê min dengê bavê wî nayê bîra wî; ew baş nizane b bavê wî kesekî çawa bû. Şîna me jî bi dawî nebûye. Dibe ku eger çareseriyek çêbibe, ew jî bi dawî bibe. Kê ev yek kir? Kê ev yek organîze kir? Dibe ku gava em van tiştan fêr bibin, em bibêjin 'Êdî qediya'. Wê demê dê şîna me bi dawî bibe. Ez dixwazim kujer bên dîtin. Kî be bila beçi dewlet be, çi kesekî din be, ez dixwazim ew bên eşkerekirin. Ez dixwazim kujer bê dîtin û darizandin. Ez dixwazim rûbirûyê wan kesên ku ev yek kirine bibim."
'Gelo ev mirov hemû li ku ne?'
Azîze Mihyaz bal kişand ser wê yekê ku bi hezaran kes rûbirûyê êşên bi vî rengî hatine û tekez kir ku herçend dibe ku nav biguherin jî lê kiryar heman kes in. Azîze Mihyaz anî ziman ku ew qebûl nakin ku tevî derbasbûna salan jî çarenûsa kesên windabûyî ne diyar e û pirsî: "Eger rewş ne wisa bûya gava du cîran şer dikin, ambûlans tê, polîs tên û mirov tên girtin. Lêbelê, ewqas mirov hatin kuştin, winda bûn an jî nehatin dîtin. Kesên wiha hene ku qet nehatine dîtin. Gelo ev mirov li ku ne? Kî wan vedişêre? Kî van dosyayan digire? Ew li ku ne? Hûn wê gotinê dizanin: 'Dewlet li ku ye?' Divê dewlet li wan bigere û wan bibîne. Divê kî be bila bibe, kujeran eşkere bikin.?"







