Li Îranê girtina jinên çalakvan û werzîşvan didome

  • 12:48 5 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Rejîma Îranê girtin, darvekirin û zextên li dijî jinên çalakvan û werzîşan didomîne. Herî dawî rejîma Îranê Mamoste Marziye Moradavisi ku ji kar hatiye avêtin b du salan ceza kir û Mamosteya avjeniyê Aida Xaderî ji binçav kir.
 
Rejîma Îranê girtin, darvekirin û zextên li dijî jinên çalakvan û werzîşan didomîne. Herî dawî Marziye Moradavisi, mamosteyeke ji kar hatî avêtin û girtiyeke siyasî ya berê ku li Sine dijî, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajêr ve hat cezakirin.
 
Dadgehê, 2 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û 4 milyon tûmen cezayê pereyan li Marziye birî. Her wiha Aida Xaderî, avjen û mamosteya 20 salî ji bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û birine cihek ne diyar.
 
Rejîma Îranê 2 sal ceza da Marziye Moradavisi ya mamoste
 
Marziye Moradavisi, mamosteyeke ji kar hatî avêtin û girtiyeke siyasî ya berê ku li Sine dijî, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajêr ve hat cezakirin. Dadgehê, 2 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û 4 milyon tûmen cezayê pereyan li Marziye birî.
 
Li gorî raporên hatine weşandin, biryar di 30’ê Îlona 2026’an de ji aliyê yek ji şaxên Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve hatiye dayîn û di heman rojê de ji Marziye Moradavisi re hatiye şandin.
 
Marziye Muradveysî beriya niha jî ji ber çalakiyên sivîl û dadxwaziyê, rastî desteserkirin û biryarên darazê hatibû. Ew di sala 2021’an de hat desteserkirin û di sala 2022’yan de pêşî bi 2 sal cezayê girtinê yê cîbicîkirinê hat cezakirin ku ev biryar di dadgeha îstînafê de daket 5 meh cezayê girtinê yê cîbicîkirinê û 4 sal cezayê girtinê yê taloqkirî.
 
Mamosteya avjeniyê Aida Xaderî li Seqizê hate girtin
 
Aida Xaderî, avjen û mamosteya 20 salî ji bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û birine cihek ne diyar.
 
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Aida Xaderî duh li Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. Heta niha, têkildarî cihê lê tê girtin û bi kijan sûcî tê sûcdarkirin tu agahî nehatiye dayîn.
 
Nûçeya binçavkirina Aida Xaderî piştî girtina şervana MMA’yê ya 20 salî Rojan Îbrahîmî ku ew jî ji Seqizê ye, roja Şemiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li heman bajarî hatibû girtin û birin cihekî nediyar hate ber destê me.
 
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, sûcdarî, an jî cihê ku her du werzişvan lê dihatin girtin de ti agahî nehatibû dayîn.