KCDP:28 jin hatin qetilkirin
- 18:15 7 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVEND ANÛÇEYAN - Li gorî rapora meha îlonê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di meha îlonê de herî kêm 28 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 19 jinî bi guman jiyan axwe ji dest dane.
Li gorî rapora meha îlonê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha îlonê de herî kêm 28 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 19 jinî bi guman jiyan axwe ji dest dane.
Li gorî raporê 5 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 3 heb ji aliyê mêrên pê re dijîn, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikin, 2 heb ji aliyê bav, yek ji aliyê kurê xwe ve, yek ji aliyê birayê xwe ve, yek ji aliyê mêrê dest jê berdaye, yek ji aliyê mêrê berê pê re jiyaye, yek ji aliyê xizmê xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe ve hatiye qetilkirin. Nêzîkbûna gumanbarê 4 jinan jî nehat tespîtkirin.







