Dayika Nûdem Durak: Keça min piştî berdin dikare bê dermankirin

  • 09:06 23 Cotmeh 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Muzîsyena Kurd Nûdem Durak ku tê xwestin bi kampanya piştevaniya navneteweyî bê berdan, li girtîgehê li dijî pirsgirêkên tenduristiyê têdikoşe. Dayika Nûdem Durak  Hatîce Durak wiha got: “Keça min dikare dengê xwe jî winda bike. Divê keça min bê berdan.”
 
Muzîsyena Kurd Nûdem Durak di 22’ê Nîsana 2015’an de li bajaroka Dêrgulê y  Şirnexê hat girtin. Ji du dozên cuda ji sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ bi giştî 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û 11 sal e girtî ye.  Xebatên hûnerê û xebatên muzîkê ên li Komeleya Mem û Zînê hatine meşandin dibin mijara sûc. Nûdem Durak a li girtîgeha Jinan a Erzînganê tê girtin, bi nexweşiyên wekê guatra jehrî, helîna hestiyan re têdikoşe. Ji bo taloqkirina înfazê serlêdan tên kirin lê ew serlêdan tên redkirin. Nûdem Durak bi xetereya ku dengê xwe winda bike re rû bi rû ye. Nûdem Durak tevî vê stran û helbestên Kurdî dinivîse.
 
Ji bo azadiya wê kampanyayên navneteweyî
 
Ji bo berdana Nûdem Durak kampanyayên piştevaniya navneteweyî bi salan e didomin. Di banga di 2026’an de ya bi navê  “Song for Nûdem Durak” (Ji bo Nûdem Durak stranek) de hat xwestin ku hûnermend ji bo Nudem Durak strnan binivîsin û ji bo azadiya wê muzîkê çêbikin. Di çarçoveya kampanyayê de mafê gotina stranan û axaftina bi zimanê dayikê hat parastin û hunermendan stranên ji bo Nudem Durak diyarî kirin hatin parvekirin. Xebata bi navê  “Free Nudem Durak / Ji bo Nudem Edalet” hat meşandin jî hûnermend Roger Waters, Peter Gabriel, Angela Davis, Noam Chomsky, Ken Loach, John Cusack û Mark Ruffalo û gelekên din piştgirî danê. Ji bo berdana Nûdem Durak û darizandineke ji nû ve bang hatin kirin.
 
Dayika Nûdem Durak, Hatîce Durak a li Dêrgulê dijî der barê rewşa keça xwe de axivî.
 
‘Keça min ji ber stranên Kurdî gotin hat girtin’
 
Hatîce Durak da zanîn ku keça wê di 2015’an de dema diçû Amedê hatiye binçavkirin û wiha vegot: “Keça min piştî binçavkirinê hat girtin û şandin girtîgeha Mêrdînê. Em li malê bûn agahiya me tune bû. Me piştre bihist. Ji wê demê de ye keça min girtî ye. Sedema girtina wê jî stranên Kurdî ne. Ji ber stranên Kurdî gotin hat girtin.”
 
 
‘Dibe ku dengê xwe winda bike’
 
Hatîce Durak bi lêv kir ku keça wê li dijî pirsgirêkên tenduristiyê têdikoşe û wiha bi lêv kir: “Keça min dibe ku dengê xwe winda bike. Doktoran gotiye divê ji ber guatrê emelyat bibe. Lê piştî vê dikare dengê xwe winda bike. Ji ber vê tê dermankirin. Ligel vê helîna hestiyan heye. Di çavên wê de pirsgirêk hene. Hertim dermanan bikar tîne.”
 
 
‘Ez dixwazim bê berdan’
 
Hatîce Durak daxuyakirin ku zimanê wan Kurdî ye û wiha dawî lê anî: “Keça min bi zimanê xwe axivî û stranên xwe bi zimanê xwe gotin. Wekê din tu tiştek nekiriye. Lê niha girtî ye. Gîtara wê hebû. Ew jî şikest. Me yek nû jê re girt lê negirtin hundir. Ez dixwazim keça min bê berdan. Keça min tiştek nekir. Ger keça min bê berdan û derman bibe wê baş bibe.”