Ji 7 welatên Ewropayê li dijî bihabûnê banga çalakiyên hevpar
- 13:26 4 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Rêxistinên mafê stargehê û sendîkayên li 7 welatên Ewropayê bang kirin ku 20-22'ê Mijdarê li dijî bihabûna jiyanê protestoyên koordîneyî bêne lidarxistin.
Nûnerên rêxistinên mafê stargehê û sendîkayên ji Spanya, Fransa, Îtalya, Îngilistan, Portekîz, Yewnanistan û Belçîkayê di 3'ê Mijdarê de li Parîsê li hev civiyan û ji bo seranaserê Ewropayê banga çalakiyên hevpar kirin.
Nûneran bla kişandin ser krîza hêza kirînê ya li Ewropayê û ragihandin ku wê di 20, 21 û 22'ê Mijdarê de xwepêşandanên koordîneyî lidar bixin. Ji Konfederasyona Sendîkayên Kirêkarên Spanyayê Carme Arcarazo got, "Di demeke krîtîk de ji bo pêşveçûna bi hev re me biryara koordînasyonê wergirt."
Rêxistin dixwazin mafê avahiyan bê garantîkirin, buhayê avahî, xurek û enerjiyê bê kontrolkirin.
Li gel van daxwazên bingehîn her wiha dixwazin ku mûçe û mûçeyên teqawîtan, xizmetên perwerde, tenduristî û avahiyên cemaweriyê bêne misogerkirin, mafê karkirinê ji bo koçberan bê dayin û bac li dewlemendan bê ferzkirin.
Rêxistin wekî din dixwazin ku polîtîkayên biçekbûnê û zêdekirina sotemeniya fosîl bê bidawîkirin.
Li Spanyayê jî sendîkayan ji bo daxwazên xwe yên li ser avahî û mûçeyan bixin rojevê banga greva giştî ya di 11'ê Mijdarê de kirin. Grev wê beriya hilbijartinên giştî yên pêşwext pêk were ku hilbijartin wê di 29'ê Mijdarê de bê kirin.
Rêxistinên ji seranserê Ewropayê zêdebûna bê kontrol a maliyeta jiyanê û xemsariya hikumetan a li hemberî vê yekê rexne kirin û ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.







