Dayikên Aştiyê: Em ê bi hev re aştiyê bînin vî welatî

  • 16:33 4 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQEQERE - Meclisa Dayikên Aştiyê ku piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re li ber meclisê daxuyanî dan xwestin gavên pêwîst bên avêtin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avetina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin Enqereyê, duh û îro li meclise serdana partiyên siyasî û Wezaretê Dadê Akin Gurlek kirin. Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Hanife Akpolat, Muzeyyen Butun û Afife Kartal pêk dihat li meclisê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re jî hevdîtin kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Heyeta Dayikên Aştiyê piştî hevdîtina Numan Kurtulmuş li ber deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Dayika Aştiyê Muzzeyen Butun bi lêv kir ku wan bi partiyên siyasî û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kirine û got :”Me tiştên baş bihîstin. Em ji bo aştiyê hatin. Em ji hemû partiyan re spas dikin. Em pêşketina vê pêvajoyê bi bawerin. Aştî dê were vî welatî. Heta aştî pêk were em ê li her derê dengê aştiyê bilind bikin. Ez bang li dayikên leşker û polîsan dikim bila ew jî dest bide destê me û em bi hev re aştiyê bînin vî welatî.”
 
Dayika Aştiyê Zeynep Çalahan jî bal kişand ser daxwazên wan û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe aştî pêk nayê. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî xwîn nerije û aştî pêk were. Divê hemû kes piştgiriya aştiyê bikin. “