363 malbatên din ên Serêkaniyê ber bi warê xwe ve bi rê ketin
- 13:49 12 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji koçberên Serêkaniyê 363 malbatên din ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
Sibeha Pêncşemê karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê ku ji 363 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê ber bi gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê ve bi rê ket.
Koçberên ku di karwan de cih girt, ji gundên El Menacîr, El Soda, El Sifih û El Erîşa ên Serêkaniyê ne, her wiha yên ji gundewarên rojavayê bajarê Til Temir û gundewarên bajarê Zirganê jî hene.
Biryar hatibû dayîn ku di vê karwan de 370 malbatan hebin, lê hinek malbatan amadekariyên xwe temam nekiribûn.
Heta niha 4 hezar û 500 malbatên koçberên Serêkaniyê vegeriyane warê xwe yê resen, hîn 10 hezar koçber li benda vegerê ne.







