‘Ji bo mafê zarokan divê gavên rêxistinbûna taybet bên pêşxistin’

  • 09:03 18 Mijdar 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Dildara Meclîsa ÎSÎG’ê Dr. Asli Odman da zanîn ku tabloyeke zarokên ku bi her cureyên rîskan re hatiye rû hev heye û got: “Divê em tenê nebêjin mafên zarokan, divê em bibêjin ‘mafê zarokatiyê’. Yên polîtîkaya ked û çînî diafirînin, divê gavên rêxistinbûna taybet pêş bixînin.”
 
20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê, îsal jî di bin siya xizanî, karkeriya zarokan, modelên perwerdehiya bazirganî bûye û bêcezahiştinê de tê pêşwazîkirin. Mafê jiyana zarokan ku divê di bin ewlehiyê de be, îro ji demê zêdetir pêwist e. Ji pêvajoyên darazê heta pêkanînên MESEM’ê tabloyeke ku berfireh dibe derdikeve holê.
 
Dildara Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karker (ÎSÎG) Dr. Asli Odman, der barê binpêkirinên mafên zarokan û tundiya li ser zarokan de nirxandin kir.
 
Asli Odman da zanîn ku derfetên jiyana jinan di bin dorpêçê de ye û wiha anî ziman: “Ne tenê mafê zarokan divê em bêjin ‘mafê zarokatiyê’. Yek ji qada herî girîng ku dewlet şexsiyeta xwe lê ava dike, sererastkirina forma herî biçûk yanî zarokatî ye. Ev rewş di alî kalîteyê de rastî guherînek girîng hat. Em li dema ewil a komarê binêrin ji bo zarokên baş bên gîhandin, ji bo pêşî li karkeriya zarokan bê girtin hewl dan hebûn. Hedefeke ku ku karkerên baş, leşkerên wêrek û welatibûneke Tirk bê gîhandinê hebû. Îro di jiyana xebatê de 3 -4 mîlyon zarokên karker hene. Beşek ji van dikevin çarçoveya karkeriya zarokan ku dewletê qedexe kiriye. Yanî karkeriya zarokan a di bin temenê 16’yî de ye.”
 
3-4 mîlyon zarokên karker
 
Asli Odman da zanîn ku ji avabûna Meclîsa ÎSÎG’ê heta niha, karkeriya zarokan a derveyê qeydê heye ev zêdetir li ser erdan û kolanan tê dîtin û got: “Di roja îro de di bin temenê 16’an jî heye heta 18 salî karkeriya zarokan zêde bûye û li herêmên Sanayî Organîze (OSB) û sanayiya giran zêde bûye. Di teqîna Habaş û Kerdemîr Demîr Çelîk de zarokê MESEM’ê jiyana xwe ji dest da. Zarokên di MESEM’ê de dixebitin 4 rojan diçin kar, rojekê diçin dibistanê. Ev tê wateya ku 6 rojan dişînin kar. Dewlet qedexeya binpêkirina karkeriya zarokan di bin navê MESEM’ê de dimeşîne.”
 
‘Polîtîkaya xwe dispêre hevkariya dewlet û şîrketê heye’
 
Asli Odman destnîşan kir ku enflasyon jî polîtîkayeke zarokatiyê ye û wiha anî ziman: “Lêçûnên perwerde, xurek û tenduristiyê ji ser keda jinan teşe dikin. Ji çar zarokan yek birçî diçin dibistanê. Ji çaran yek zarok neçar dimînin ji dibistanê dûr bikevin. Zarokên baş xwedî nabin di alî bîr û bedenê de zirarê dibînin. Polîtîkayeke xwe dispêre hevkariya dewlet û şîrketan heye. Em behsa pirsgirêka tenduristiyê ya ji ser xwedîbûn û xurekê dikin. Ligel van cînayetên kar û tundî jî zêde bûne. Rastiya zarokatiyeke ku bi her cureyê tundiyê re tê rû hev heye. Li Tirkiyeyê bi destê dewletê bi MESEM’an qedexeya karkeriya zarokan tê binpêkirin.”
 
Aslin Odman wiha berdewam kir: “Ji 10 jinên dema xebatê 7 jê kevanî ne, ji 3 zarokên keç yên din temenê 18’î de jî di temenê biçûk de tên zewicandin. Di temenê biçûk de zewicancandin derfetên tevger azadî û aboriyê ji holê radike. Divê pergala MESEM’ê bê betalkirin. Yên polîtîkaya ked û çînî diafirînin, divê gavên rêxistinbûna taybet pêş bixînin.”