Banga Aygul Kabaîş: Divê her kes li dijî mirinên jinan dengê xwe bilind bikin

  • 09:04 18 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Dayika Rojîn Kabaîş ya bi guman jiyana xwe ji dest da, Aygul Kabaîş ev bang kir: “Di 25’ê Mijdarê de em ê dakevin kolanan. Divê her kes li dijî mirinên jinan dakevin kolanan. Divê em dakevin kolanan. Em bêdeng bimînin wê mirin hîn zêdetir bin.”
 
Têkoşîna jinan a li dijî tundiya li ser jinan, qetilkirinan, bêcezahiştina gumanbaran didome. Bi têkoşîna jinan a mezin dibe 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî  Tundiyê ya li Ser Jinan a Navneteweyî rêxistin dike. Di nav kesên ku di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bilind dikin de malbatên jinên hatine qetilkirin jî hene. Dayika xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku bi guman jiyana xwe ji dest da, Aygul Kabaîş jî di 25’ê de bi pirsa ‘Çi bi Rojînê hat’ dengê xwe bilind dikin.
 
 
‘Ez edaletê dixwazim’
 
Aygul Kabaîş da zanîn ku piştî mirina bi guman a keça wê gumanbar hîna nehatine dîtin û xwest ku gumanbar bê cezakirin. Aygul Kabaîş wiha got: “Keça min bi hewes çû dibistanê. Kêfa wê li cih bû. Me ew  emanetê wargehê kir. Di 2 rojan de çi hat serê wê? Em naxwazin kujer li kolanan bigerin. Nehiştin Rojînê xeyalên xwe pêk bîne. Ev du sal in kezeba me dişewite. Kujer kî ne bila derxin holê, ji kê ditirsin? Rojîn bi şev nehat wargehê, çima agahî nedan me? Em ji midûrê wargehê ne razî ne. Jin ji bo Rojînê têdikoşin. Me 70 hezar îmze kom kir û bir meclîsê. Ez edaletê dixwazim.”
 
‘Divê li dijî mirinên jinan em dakevin kolanan’
 
Aygul Kabaîş wiha dawî lê anî: “Ez bang li hemû jinan dikim. Bila di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan. Divê her kes li dijî mirinên jinan dengê xwe bilind bikin. Em li dijî mirinan bêdeng bimînin wê mirin zêdetir bibin. Ez naxwazim jin bimirin.”