Çalakiya ji bo girtiyên nexweş di roja duyem de didome

  • 15:32 18 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE -Çalakiya Nobeda rûniştinê ku ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin di roja 2'an de berdewam dike. Dayika girtiya nexweş Newroz Bozkurt, Sultan Bozkurt bi lêv kir ku dê kê hesabê mirina girtiyên nexweş bide û wiha got: “Êdî em ê cenazeyan ji girtîgehê dernexînin. Hûn ê cenazeyê me li vir rakin. Heke tiştek bi serê keça min were ez ê xwe li vir bişewitînim.”
 
Çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza girtiyên nexweş û gihiştina mafê tenduristiyê malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 2an de berdewam dike. Di roja 2an de daxuyanî hat dayîn û parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes jî ji bo piştgiriyê tev li daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş li ser bû û li ser “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vêbikin” dinivisî hat vekirin. Her wiha girseyê bênavber dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir.
 
‘Ji ber tedawiyeke baş nayê kirin girtî jiyana xwe ji dest didin’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu bertek nîşanî ne berdana girtiyên nexweş da û wiha axivî: “Girtiyên nexweş nayên berdan û bi mirinê re rû bi rû ne. Di sala 2024an de gelek girtî mirin lê ji aliyê Wezareta Dadê ve têkildarî vê mijarê tu daxuyanî nayê dayîn. Em daxwaza hevdîtinê dikin lê wezaretê qebûl nake. Tenê li gor biryara qesrê tevdigerê. Ma ew der ne komar e? Ew der padişahiyê. Rewşa girtiyên nexweş pir giran e. Ji ber tedawiyeke baş nayê kirin girtî jiyana xwe ji dest didin. Ji ber îhmalan girtî jiyana xwe ji dest didin. Mirov ewqas bê nirx in.”
 
‘Em ê li dijî vê Wezareta Zilamkar heta dawiyê li vir bin’
 
Omer Faruk Gergerlîoglu bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Tirpan ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Abdullah Tirpan 73 salî bû. Girtiyekî nexweş bû. Divê bihata berdan lê nehat berdan. Ji ber îhmalê lingên wî kangrên bûn. Li ser vê yekê lingên wî jêkirin. Ew jî têr nêkir. Gotin; Me di jêr de jêkiriyê divê hê di jor de jêbikin. Li Nexweşxanê nehiştin zarokên wî jî wî bibîne. Di dawiyê de jî jiyana xwe ji dest da. Em ji Wezrîrê Dadê re dibêjin, em bi hêrs in û li vir in. Em vê qebûl nakin. Em ê li dijî vê Wezareta Zilamkar heta dawiyê li vir bin.”
 
Seroka Partiya Şoresger Elîf Torun Oneren jî anî ziman ku li girtîgehan mirina girtiyên nexweş berdewam dike û wiha axivî: “Êdî kêr hestî derbas kiriye. Em li vir in. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê li vir bin.”
 
‘Bi hincetên kêfî berdana girtiyan tê astengkirin’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî diyar kir ku girtîgeh her tim bûnê cihê binpêkirina mafan û ev tişt anî ziman: “Rêyedarên dewletê qala demokratîk bûnê dikin lê piştre jî li pey hev sepanên li dijî demokrasiyê hatin kirin. Taybet jî li girtîgehan bê hiqûqî çêdibin. Bi hincetên keyfî berdana girtiyan tê astengkirin. Ji bo wê jî banga me li Wezareta Dadê ew ê ku van sepanan bi dawî bînin û Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan bigirin.”
 
‘Heke tiştek bi serê keça min were ez ê xwe li vir bişewitînim’
 
Dayika girtiya nexweş Newroz Bozkurt Sultan Bozkurt jî destnîşan kir ku nahêlinê ew bi keça xwe hevdîtinê bike û wiha got:”Em vê neheqiyê qebûl nakin. Kê dê hesabê mirina girtiyên nexweş bide. Kê hesap bide me dayikan. Êdî em di zindandan de cenazeyên xwe dernaxin. Hûn ê cenazeyê me li vir rakin. Heke tiştek bi serê keça min were ez ê xwe li vir bişewitînim. Ez li vir dibêjim. Em vê yekê qebûl nakin. Ew ji bo edalet û hiqûqê ketin girtîgehê. Em jî heta girtiyên me werin berdan çalakiya xwe bidomînin.”
 
Piştî axaftinan navê girtiyên nexweş yek bi yek hat xwendin. Pişt re jî girse çalakiya xwe nobedê bi dirûşmeyan domandin.