Ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hat dayîn

  • 15:37 18 Mijdar 2026
  • Rojane
Nûneriya TUHAY-DER’ê ya Mûşê bi daxwaza berdana jinên girt li ber Edliyeya Mûşê daxuyanî da.
 
Nûneriya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) ya Mûşê bi daxwaza azadiya jinên girtî li ber Edliyeya Mûşê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Azadiya jinên girtî nayê paşxistin” hate vekirin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.
 
Hevberdevka Nûneriya TUHAY-DER’ê Nuriye Arslantaş daxuyanî xwend û got, bi nêzbûna 25’ê Mijdarê re tundiya li dijî jinan li her qadê zêde bûye. Nuriye Arslantaş destnîşan kir ku pirsgirêkên jinên girtî hemû civakê eleqeder dikin û îfade kir ku jin wê heta ku jiyaneke azad û wekhev tê avakirin, têkoşînê bidomînin.
 
Nuriye Arslantaş got, “Jinên girtî ne bi tenê ne; daxwaza ji bo azadiya wan daxwaza me hemûyan e.”
 
Piştî daxuyaniyê kevokên spî hatin firandin. Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.