Dîlan Turan hat tahliyekirin
- 15:48 18 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Dilan Turan a ku 9 salan di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakırköyê de ma, hat berdan.
Dilan Turan a ku di 20'ê Îlona 2017'an de li Stenbolê di serdegirtineke malê de hat binçavkirin, piştre bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û ji ber betalkirina kêmkirina cezayê wê, berdana wê salekê hatibû paşxistin, îro piştî 9 salan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakırköyê hat berdan. Dîlan Turan ji aliyê malbata xwe, nûnerên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek welatiyên din ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Berî berdana wê, jinên li ber girtîgehê amade bûn, bal kişandin ser rewşa girtiyên din ku bi hincetên keyfî hîn jî di girtîgehan de tên ragirtin û bertekên xwe anîn ziman.
‘







