'Divê em li dijî polîtîkayên şerê taybet bibin yek'

  • 16:09 18 Mijdar 2026
  • Rojane
SÊRT- Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Sêrtê, di çaçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi jinan re hat gel hev û panelek li dar xist. Di panelê de bal hat kişandin ser têkoşîna hevpar a li dijî şerê taybet.
 
Bi pêşengiya DEM Partiyê ya Sêrtê, têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan, têkildarî jinên girtî yên ku di girtîgehan de dîl tên ragirtin li Eywana Denîz Poyraz a li avahiya DEM Partiyê d panelek li dar xist. Li gel aktîvîstên TJA'yê, endamên jin ên saziyên civakî û gelek welatî tevli panelê bûn. Li eywana panel lê hatiye lidarxistin pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat daliqandin û beriya ku panel dest pê bike ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Panel ji aliyê Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Sêrtê Muhbet Altan Çetîn ve hat rêvebirin. Muhbet Altan Çetîn di destpêka panelê de bal kişand ser tekoşîna 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê û got dê têkoşîna wan a li dijî tundiya li ser jinan bidome.
 
‘Şerê wan ê taybet dê nikaribe me têk bibe’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Arslan bal kişand ser sepanên şerê taybet ê bi salan e li dijî jinan tê meşandin û wiha axivî: “Em dibêjin; destdirêjî û kiryarên ku li dijî jinan pêk tên, ji polîtîkayên şerê taybet e. Li seranserê Kurdistanê û cîhanê ev kiryarên qirêj yên ku li dijî jinan têne kirin û roja ku jin neyên qetilkirin tune ye. Li ser medya dîjîtal roja ku li dijî jinan û li dijî Tevgera Azadiya Kurd êriş pêk neyên tune ye. Armanca pergalê ew e ku her tim şerê taybet li ser civakê bide meşandin û qebûlkirin. Ev kiryarên ku tên kirin ne ji îro ve ye, ji salên 1990î heta roja me ya îro berdewam in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1990î de dibêje, ‘şerê ku li dijî Kurdan pêk tê şerê taybet e.’ Dewletê şerê taybet bi destê JÎTEM, polîs û leşkeran li Kurdistanê her roja dida meşandin û hê jî ew kiryar berdewam in. Divê em weke jin bikaribin li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Ew ê şerê wan ê taybet tu carî nikaribe me têk bibe. Em ê li dijî vê yekê her tim li berxwe bidin.”
 
‘Li her qadê keda jinê tê windakirin’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî anî ziman ku di erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi hezarên sal in ku li ser jinan tundî tê meşandin û ev tişt got: “Têkoşîna Sakîne Cansiz, Klara Zetkîn û gelek têkoşerên me yên jin, me li ser piyan dihêle. Beriya 50 salan nêzîkatiya li dijî jinê cuda bû, îro hatiye asteke cuda. Her çiqas jin pêş ketibe ew qas jî êrişên dewletê jî hene li dijî jinan. Gelek mînakên jinên ciwan hene ku hatine qetilkirin û dewlet nahêle kesek li ser mijara wan bisekine û dewlet di wir de mêr diparêze. Nêzîkatiya nebaş a feodal hê jî li ser me jinan heye. Em jî hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin û li dijî hişmendiya baviksalariyê bisekinin. Tevgera Azadiyê jî di nava civakê de civakek azad da avakirin. Em dikarin ji şoreşa Rojava jî mînakan bigirin dest, felsefeya ‘Jin Jiyan azadî’ ji bo hemû jinên Kurd û cîhanê bûye hêzeke mezin. Her tim nahêlin ku di nava civakê de cihê jinê hebe. Li her qadê keda jinê tê windakirin. Di nava malê de jî hişmendiya mêr-dewlet berdewam dike. Ne hêsane ku di her qadê de mirov li dijî vê hişmendiya heyî têbikoşe. Dîsa jî em dikarin bêjin kiryarên ku li Rojhilata Navîn pêk tên hemû jî li dijî azadiya jinê ne. Jin hêvî û azadiya xwe bi felsefeya ‘Jin Jiyan azadî’ ve girê dide.”
 
Piştî pirs bersivan panel bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” bi dawî bû.