Çarçoveya 25’ê Mijdarê de pêşangeh

  • 17:46 18 Mijdar 2026
  • Rojane
 
WAN-Meclîsa Jinan a DEM Partiyê çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wanê pêşangeha kursiya vala pêk anî.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Galeriya Hunerê ya Kolana Hunerê ya Wanê pêşangeha kursiya vala pêk anîn. Aktîvîstên TJA’yê,, hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bûn. Wêneyên jinên hatibûn qeitilkirin hatin bicihkirin û qurnefîl danîn ber.
 
Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurd axivî û da zanîn ku 25’ê Mijdarê rojek dîrokiye û got xwişkên Mîrabel li dijî tundiya pergalê têkoşîn dane û bi salane jî jinên Kurd li hemû qadan têkoşîna hebûn û nasnameyê didin.
 
Pêşangeh bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.