Li Sûrê atolyeya‘mafên hiqûqî’

  • 17:57 18 Mijdar 2026
  • Rojane
 
AMED- Li Navenda Piştevaniya Jinan a li Sûrê atolyeya ‘mafên hiqûqî’ pêk hat û der barê mekanîzmayên ku jin serlêdanê dikin de agahdarî kirin.
 
Li navçeya Sûr a Amedê bi wesîleya 25’ê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jİnan a Navneteweyî atoleyeya ‘mafên hiqûqî’ pêk hat.  Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, encamên meclîsa şaredariyê û gelek jin tevli atolyeya li navenda Piştevaniya Jinan pêk hat,  bûn.
 
Parêzer Helîn Tapanci der barê mafên hiqûqî de nirxandin kir û jin agahdar kirin.
 
Piştre parêzer Ekîn Yeter jî daxuyakirin ku divê li dijî tundî û qetilkirinên jinan hişmendî bê afirandin û li ser mafên hiqûqî û pêvajoyên serlêdanê yên jinên rastî tundiyê hatine sekinî.
 
Gulan Onkol jî axivî û atolye piştî axaftinan bi pirs û bersivan bidawî bû.