‘Zarokên penaber derbasî qeydan nakin’
- 09:03 30 Nîsan 2021
- Zarok
Derya Ren
DÎLOK - Seroka Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Dîlok-Kîlîsê Ayşegul Ateş Tarla der barê zêdebûna mirinên zarokan de diyar kir ku der barê jiyana zarokan de bi qasî divê tedbîr nayên girtin û wiha got:"Bêyî ku der barê wan mirinan de lêkolîn bê kirin, ew zarok tên definkirin û zarokên penaber jî derbasî qeydan nayên kirin."
Li gorî encamên Pergala Qeyda Nifûsa Xwe Dispêre Navnîşanê (ADNKS) ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ku rapora Daneyên Zarokan a Bi Îstatîstîkan a Sala 2020’an weşandiye, li gorî raporê ji dawiya sala 2020’an şûnde nifûsa Tirkiyeyê 83 mîlyon û 624 hezar û 362 kes e û ji vê jî 22 mîlyon û 750 hezar û 657 zarokin. Li Tirkiyeyê mixabin der barê zarokên ku rastî binpêkirina mafan tên de tu xebat û tedbîr nayên girtin. Li welat bi sedan zarokên ji ber sedemên ne diyar dimirin derbasî qeydan nayên kirin û sedema mirina wan nayê aşkera kirin.
Bi pandemiyê re li Tirkiye û herêmê pisgirêkên tenduristiyê roj bi roj zêde dibin. Bêguman yên herî zêde mexdur dibin jî jin û zarokin. Kêmasiyên di qada tenduristiyê de, mirina gelek zarokan dispêre binpêkirinê. Rewşa zarokên penaber hîn bêtir xerabe. Bi rêk û pêk kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin û dema nexweş dikevin jî nikarin biçin nexweşxanê. Her wiha tê zanîn ku zarokên penaber yên jiyana xwe ji dest didin jî derbasî qeydan nayên kirin.
Seroka Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Dîlok-Kîlîs Ayşegul Ateş Tarla der barê mirinên zarokan yên li Dîlokê zêde bûne û sedema mirina zarokan de nirxandin kir.
‘Zarok tenê ji ber sedemekê namirin’
Ayşegulê bi lêv kir ku der barê mirina zarokan de lêkolînek nayê kirin û wezaret her tim mirina zarokan vedişêre û wiha got: “Ligel pirsigrêkên koçberî û xizaniyê, pirsgirêkên xwegîhandina xizmetên tenduristiyê jî hene. Gelek faktor hene. Divê rayedar û em li dijî vê hewl bidin. Zewaca xizman, piştî welîdînê şopandina tenduristiya pitikan tê kirin gelo?Ji ber ev pirsgirêk nayên aşkerakirin, em nikarin çareseriyê jî pêk bînin. Dema lêkolîn tê kirin odeya tabîban tevlî nakin. Çareseriyên tên kirin divê ne kurt bin. Divê em li ser vê mijarê bisekinin.”
‘Mirina pitikên penaber nayê lêkolînkirin’
Ayşegulê destnîşan kir ku rêjeya welîdîna jinên penaber zêde ye lê nayê şopandin û tenê derbarê ku zarok hatiye dine agahi dikevin pergalê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên penaberan tên dinê lê em der barê wan de ne xwedî agahî ne. Der barê mirina wan zarokan de lêkolîn nayê kirin û wisa tên definkirin. Mirina zarokên penaber tu car nakeve îstatîstîkan. Komîsyonên der barê mirina zarokan de çima sedemên wê lêkolîn nakin. Ji ber ku dema welatiyên Tirkiyeyê bin divê em wan ji midûriyetan re ragîhinin. Piştî vê divê komîsyon jî lêkolîn bikin. Lê mixabin zarokên penaber tevli vê nakin. Ev jî nirxa ku em didin jiyana mirovan eleqeder dike. Navendên tenduristiya penaberan heye lê têr nakin. Li wir jî mirina zarokên penaber nayê lêkolînkirin.”
‘Divê pirsgirêka ziman bê çareserkirin’
Ayşegulê daxuyakirin ku encamên lêkolîna mirina pitikan nayê lêkolînkirin û sedema vê jî zêdebûna mirina zarokên penabere. Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Piştî ku pitik tên dinê divê derbasî qeydan bên kirin. Nokteyên şopandinê hene. Ev ne tenê ji bo zarokan e, ji bo tenduristiya dayikan jî pêwist e. Lê vê tenê li ser navendên tenduristiya penaberan dikin. Ev jî têr nake. Li aliyê din jî pirsgirêka ziman heye. Divê jin û zarokên penaber derbasî qeydan bên kirin û pirsgirêka ziman bê çareserkirin. Divê saziyên civaka sivîl jî lêkolînan bikin û bibin destek.”
‘Divê modelên piştevaniyê bên avakirin’
Ayşegulê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê saziyên civaka sivîl, ne pêşniyara xizmetên tenduristiya nû, divê naveroka pergala dewletê xurt bikin. Divê rêxistinên civaka sivîl modelên piştevaniyê pêş bixînin. Pergala xizmetê, xizmeteke cidî ye. Standîzayson û pergala vê hewce ye.”