Hatîce Kapusuz: Bêcezahiştin tê wateya teşwîqkirina êrişa zayendî

  • 09:07 21 Mijdar 2021
  • Zarok
 
ENQERE - Aktîvîsta Mafên Zarokan Hatîce Kapusuz, diyar kir ku mafên zarokan bi hemû aliyan ve tên paşguhkirin û got: "Bêcezabûn bi rastî teşwîqek e. Nêzîkatiya darazê ya ku sûcdaran ceza nake, dozan bêceza dihêle, dibe sedema zêdebûna sûc.”
 
Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku di 20'ê Mijdara 1989'an de li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû qebûlkirin, di sala 1995'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû îmzekirin. Tevî peymana îmzekirî jî her sal binpêkirinên mafên zarokan li Tirkiyeyê zêde dibin. Yek ji komên ku ji polîtîkayên hikûmetê bandor bûne zarok in. Dema ku di serdema pandemiyê de xizanî zêde bû û newekheviyên di perwerdeyê de zarok neçar kirin ku bixebitin, di heman demê de bûyerên şîdeta li dijî zarokan jî zêde bûn. Li gor daneyên dawî yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê nifûsa zarokan 22 milyon û 750 hezar û 657 e. 
 
Me di çarçoveya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li Tirkiyeyê "mafên zarokan" berhev kir.
 
Ji sedî 85ê zarok ji mafê perwerdehiyê sûd wernegirtin 
 
Di dema pandemiyê de mafê zarokan ê perwerdehiyê hat astengkirin û newekheviya di gihandina perwerdehiyê de careke din derket holê. Zarok nekarîn beşdarî perwerdeyan bibin, bi taybetî li taxên feqîr înternet tunebû. Tenê ji sedî 15’ê zarokan bi rêya EBA TV’yê mafê perwerdehiyê bi dest xistin. Ji sedî 85'ê yên mayî jî ji mafê perwerdehiyê sûd wernegirtin.
 
Herî kêm 21 zarok hatin kuştin 160 zarok jî rastî îstîsmarê hatin
 
Di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li dijî zarokan ji sedî 27,8 zêde bûn. Li gorî daneyan ên ku ji çapemeniyê de berhev kir, di 10 mehên destpêkê yên sala 2021’an de herî kêm 21 zarok hatin qetilkirin. Hejmarek mezin ji zarokan hatin revandin an jî hatin binçavkirin, lê hejmar ne diyar in. Her çend gihandina daneyên rasteqîn yên êrişa zayendî zehmet be jî, li gorî daneyên ku ji çapemeniyê hatin komkirin di 10 mehên destpêkê yên sala 2021’an de herî kêm 160 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû mane. Piraniya zarokan ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve bi êrişa zayendî re rûbirû mane.
 
Di 8 salan de herî kêm 513 zarok dema dixebitin mirin
 
Li gorî rapora Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, di sala 2020'an de hejmara zarokên ku tên xebitandin 12 hezar û 457 e, tê texmînkirin ku heta dawiya sala 2021'an ev hejmar bibe 27 hezar, heta dawiya sala 2022'yan bibe 28 hezar. Heta dawiya sala 2023'an 29 hezar. Lê li gorî rapora Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ku di meha hezîranê de hat weşandin, li Tirkiyeyê herî kêm 2 mîlyon zarokên neçar dimînin bixebitin. Her wiha ev hejmar di mehên havînê de nêzî 5 mîlyonî dibe. Pandemî yek ji mezintirîn bandorên zêdekirina vê hejmarê ye. Li gorî rapora ÎSÎG'ê, di navbera salên 2013-2021'an de di 5 mehên destpêkê de herî kêm 513 zarok di dema kar de mirine. Ji van 169 zarokên 14 salî û binî, 344 jî zarokên di navbera 15 û 17 salî de ne. Ji zarokên jiyana xwe ji dest dane û neçar mane bixebitin 58 koçber in. Mînaka herî dawî ya vê rewşê mirina Ula Kerem a 13 salî ya ku di ambalajkirina gemarê de dixebitî bû, ji ber ku şalê li stûyê wî di makîneyê de asê mabû.
 
Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin
 
Di çarçoveya "Qanûna Înfazê" ya ku tê îdiakirin ji bo kêmkirina metirsiya vîrûsê ya li girtîgehan û parastina girtiyan di pêvajoya pandemiyê de hatiye derxistin de, ji bo zarokan ti rêzikname nehatiye çêkirin. Wezareta Dadê derbarê girtîgehan de daneyên birêkûpêk û berfireh nade, hejmara girtî û hikumxwaran bi zelalî nayê zanîn. Li gorî daneyên fermî yên di meha adarê de hatin eşkerekirin, 345 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehê de ne, li gorî hejmarên ne fermî ev hejmar ji 800’î zêdetir e.
 
13 hezar zewacên di bin temenê 18 salî de pêk hatin
 
Li gorî îstatîstîkên TUÎKê yên sala 2020’an hejmara zarokên keç ên di navbera 16-17 salî de hatine zewicandin 13 hezar û 14 e. Di sala 2002'yan de rêjeya zewacên fermî yên keçên di navbera temenên 16-17 salî de ji sedî 7,3 bû, di sala 2020'an de ev rêje daket ji sedî 2,7. Li aliyê din di sala 2002’yan de rêjeya zewaca fermî ya kurên di heman temenî de ji sedî 0,5 bû, di sala 2020’an de ev rêje bû ji sedî 0,1. Lê belê ev daneyên TUÎK'ê derbarê zewacên nefermî de agahî nadin. Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Têkoşîna li Dijî Sûc û Şîdetê (ASUMA) ya Zanîngeha Acıbademê Prof. Dr. Di pêşengiya Oguz Polat û Seroka Komîsyona Lêkolîna Zewaca Zarokan a Komeleya ÎMDAT'ê Zeynep Reva de, li gorî 'Rapora Zewaca Zarokan a Tirkiyeyê ya 2020'an' par 13 hezar û 14 zarokên keç ên ji 18 salî biçûktir hatin zewicandin. Ger zewacên zarokan ên nefermî li ber çavan bên girtin ev jimar gelek zêdetir in. Tirkiye di nav welatên Ewropayê de di rêza yekem de ye.
 
'Di pandemiyê de zarok bûn qurban' 
 
Aktîvîsta Mafên Zarokan Hatîce Kapusuz, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkaya zarokan nîne û li şûna ku di vî warî de pêş bikeve, her tim xirabûn heye, bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafan ên li hemberî zarokan ên bi vîrusê re. Hatîce wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pandemiyê de ewil zarok hatin qurbankirin. Dibistanên desteya yekem hatin girtin û pergala EBA hat destpêkirin. Li ser vê yekê ku zarok ji bo perwerdehiyê bigihîjin amûrên wan hene an na, nehat nirxandin. Vê yekê zarokên feqîr, zarokên ku pir xwişk û bira ne, rasterast ji pergala perwerdehiyê derxistin. Di firsenda yekem de dibistan hatin girtin, lê di dema girtinê de ti carî wekheviya agahdariya ku hewcedariya zarokan pê heye, nehat dayîn."
 
'Divê ji bo zarokan qadên lîstîkê bihatana avakirin' 
 
Hatîceyê bal kişand ku beriya pandemiyê jî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Mal, ji bo jin û zarokan ne qadeke ewle bû. Ji ber ku zarok li malê dihatin girtin, bûyerên şîdet, êrişa zayendî û îhmalkirin zêde bûn. Divê zarok di vê rewşê de bi awayekî pêşketî bilîzin û bi hevsalên xwe re bin. Pêdiviyên pêşketina zarokan li ber çavan nehat girtin. Li şûna ku ji zarokan re qadên lîstikê yên saxlem bên avakirin, li şûna ku tedbîr bên girtin û amadekarî bên kirin, zarok ji civakê hatin dûrxistin." 
 
'Hemû berpirsyarî avêtin ser jinê'
 
Hatîceyê destnîşan kir ku bi pandemiyê re mal veguheriye qada giştî, qada taybet û qada sektora kedê. Hatîceyê anî ziman ku di warê xwedîkirina zarokan de jî berpirsyariya dewletê heye û bi bîr xist ku lênêrîna zarokan bi giranî li malê ji jinan re tê hiştin. Hatîceyê wiha bi lêv kir: "Pêvajoyeke ku ked, qada giştî û polîtîkaya taybet bi hev ve girêdayî ye. Ji barê ku jin hilgirin wêdetir bû. Bûyera şopandina hem dibistanê, hem jî karê perwerdehiyê û hem jî karê lênêrînê bû û di nebûna van de xemsarî derket holê. Hemû berpirsyarî ket ser jina malê."
 
'Sûc bêcezabûnê tê teşwîqkirin'
 
Hatîceyê diyar kir ku daxuyaniyên Serokatiya Karên Diyanetê yên ku zayendperestî, zewaca zarokan rewa dike, dibe sedem ku êrişên zayendî ya li hemberî zarokan zêde bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêcezabûn bi rastî teşwîqek e. Rewa û rewakirina kiryarên tundûtûjiyê bi gotin û gotinan yek ji wan rewşên ku şîdetê mimkûn dike. Li vir nêzîkatiya darazê ya ku sûcdaran ceza nake, dozan bêceza dihêle, dibe sedema zêdebûna sûc.”
 
Hatîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Polîtîkaya civakî ya dewletê ne polîtîkayeke ku mirovan bi hêz dike, alîgiriyê dike û dikare wan ji xizaniyê derxîne, berovajî vê polîtîkaya ku şert û mercên heyî diparêze ye.”