Ji bo kesên ji ber şer koçber bûn piştevanî
- 14:44 14 Kanûn 2024
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi pêşengtiya Weqfa jinên azad a Sûriya alîkarî hat belavkirin.
Weqfa Jinên azad a Sûriya bi pêşengiya Kongra Star, Rêxistina Sara, Rêxistina Nûdem a Astengan her wiha Rêxistina Stêrk a Zarokan alîkarî li welatiyên ku ji kantona Şehba derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûne belav kirin. Alîkariya ku bi taybetî ji bo pêdivyên zarokan hat belavkirin ji şîr û cilan pêk tê.
Ji neçarî derbas taxê bûne
Endama Rêxistina Nûdem a astengdaran Meryem Şêx qember têkildarî vê insiyutifê ji ajansa me re axivî û wiha got:"Piştî ku êrîş bi ser koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê hatibûn bicihkirin pêk hat ,welatî ji bo xwe parastina ji şer neçar man derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Ligel ku gelek ji van niştecihan berê xwe dan Rojhilatê Firatê, hin malbet jî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn."
Ji bo zarokan alîkarî
Di dewama axaftina xwe de Meryem wiha got:"Em weke tevger û rêxistinên jin ji bo ku em bi gelên xwe yên derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûne re bibin alîkar, me dest bi belavkirina alîkariyê ji bo zarokan kir. Alîkarî ji cil û berg û Şîrê zarokan pêk tê."
'Em bi hev re dibin alîkar'
Meryemê wiha gotina xwe bidawî kir:"Ev gava me ya destpêkê ye û wê her alîkariya me ji wan re berdewam bike. Çi ji destê me were em ê ji bo van mexdûran bikin. Ji xwe Meclisa Giştî ya her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji wan re xanî peyda kirin û qomîteya tendirustiyê ya Kongra Star jî çi ji wan tê xwestin dibin alîkar."