'Projeya Netewa Demokratîk çavkaniya çareseriyê ye'

  • 09:03 17 Kanûn 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB -  Ji Rêveberiya Însiyatîsa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emne Xidro têkilarî aloziya li Sûriyeyê û geşedanên dawî da zanîn ji bo bidawîbûna aloziyan çareserî Netewa Demokratîk e û wiha got:"Projeya Netewa Demokratîk çavkaniya çareseriyê ye."
 
Ji Rêveberiya Însiyatîsa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emne Xidro têkilarî aloziya li Sûriyeyê û geşedanên dawî nirxandin kir. Emne Xidro bi lêv kir ku ew tevî zehmetî û zextên li Sûriyeyê jî çongê danînin û li berxwe didin. 
 
'Rêvebirina Sûriyeyê radestî yek malbetê kirin'
 
Têkildarî vê mijarê ji Rêveberiya Însiyatîsa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emne Xidro wiha got:"Dîroka Sûriyeyê xwedî dewlemendiyek demdirêj e ku di nava xwe de gelek netew, ol û pêkhate hembêz kiriye. Bi avabûna Rêjîma BAAS'ê êdî ev netew û ol ji hev hatin qetandin. Rêvebirina Sûriyeyê radestî yek malbetê kirin. Ew jî malbata Esad bû. Piştî ev malbat hat ser desthilatdariyê êdî nîjadperestî, olperestî, netewdewletê dest pê kirin. Bêmafî û bêdadiyê dest pê kir."
 
'Netew li dijî hev sor kirin'
 
Di domdariya axaftina xwe de Emne Xidro ev tişt anî ziman:"Tiştê ku dihişt Sûriye bibe xwedî erdnîgariyek xweşik û ji bo cîhanê bibe nimûne hebûna gelek pêkhate û neteweyan bû lê belê bi avabûna desthilatdariyê ev bû hedef. Desthilatdaran hewl dan ku netew û olan li dijberî hev bide sorkirin û bi vî awayî aloziyekê bide destpêkirin lê mixabin ev yek jî pêk hat."
 
'Ji ber çeteyên dewleta tirk alozî kûrtir bû'
 
Emne Xidro da zanîn gel mayinde ye lê desthilatdarî wê têk biçe û wan jî li ser wê bingehê têkoşîna azadiyê dan destpêkirin û wiha dewam kir:"Piştî ewqas salên dirêj ên desthilatdariya li Sûriyeyê, gelên Sûriyeyê bi hemû netew û baweriyên xwe ketin wê ferqa ku desthilatdarî wê bi têkoşîna gel têk biçe û hebûna gel wê bi domdarî xwe biparêze. Li Sûriyeyê aloziyê dom kir, gelek dewlet û destwerdan ji derve hatin kirin û bi vê re alozî mezintir bû. Me jî tevî ewqas alozî û astengiyan serî netewand. Me serî li hemberî hemû cure sîstemêm yekperest, rakir weke sîstema hikumeta Enqereyê ku gelek caran hewl da aloziyê gurtir bike û bandora xwe ferz bike û dawî li Netewa Demokratîk bîne. Loma jî dewleta tirk çete şandin ser axa Sûriyeyê."
 
'Projeya Netewa Demokratîk çavkaniya çareseriyê ye'
 
Emne Xidro qala projeya Netewa Demokratîk, Rêveberiya Xweser kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat rûniştandin û wiha dirêjî dayê:"Em weke welatiyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, me projeya Netewa Demokratîk ji xwe re esas girt da ku hemû netewan di nava xwe de hembêz bike. Vê pergalê jiyana demokratikbûnê da avakirin lê belê dewletên emperyalîst her li dijberî wê serî rakirine. Lê belê gel girîngiyê didin vê projeyê û ev felsefeya ku wê bibe riya çareserkirina tevahî aloziyan. Ne tenê çareseriya li Sûriyeyê wê bibe çareseriya li Rojhilata Navîn tev de."
 
Projeya Neteweya Demokratîk bû hedef 
 
Emne Xidro qala projeya Xweseriya Demokratîk kir ku heya pêk neyê wê aloziya Sûriyeyê dewam bike û wiha got:"Ev projeya riya rastiyê heya ku hat avakirin di gelek astengiyên ji aliyê dewletên cîhanî re derbas bû. Weke dewleta Tirk ku bi yek carê projeya demokratîkbûnê napejirîne. Dewleta tirk bû astengiya herî mezin a li ber hemberî vê projeya ku jin cihê xwe di hemû aliyên wê de digirin û jin tê de bû xwedî tekoşîna demdirêj. Ev yek bû metirsiyek li hemberî dewletên hegemonîk û van dewletan bi hemû awayan hewl dan ku derbeyê li vê projeyê bixin. Lê belê di roja me ya îro de projeya Netewa Demokratîk di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye pêkanîn û bi sîstem bûye."
 
'Netewa demokratîk girîng e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emne Xidro da zanîn wê projeya netewa demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê bibe çareserî û wiha got :"Îro gelên Sûriyeyê tevde ji sîstema yek al, yek netew, yek dewlet, yek zihniyet û desthiledariyê westiyan. Lewma sîstema demokratîk wê ji tevahî alozî û astengiyên heyî bibe xelasî û wê Sûriyeya nû bi vê projeyê nûjen bibe."