Dayikên Aştiyê: Aştî yekalî nabe

  • 14:26 3 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan û gotin: “Aştî yek alî nabe”.
 
Dayikên Aştiyê ji bo balkişandina ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan û banga mezinkirina têkoşînê li dayikan kirin. 
 
Şirnex
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê li ber avahiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ya navçeya Cizîrê têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” daxuyaniyek da. Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Ji Dayikên Aştiyê Hatîce Beytûr di daxuyaniyê de axivî û got ku pêvajoya dê yekalî pêşnekeve û ev tişt anî ziman: “Pêwîste her du alî jî agirbestê bikin. Em êdî naxwazin bi cenazeyên zarokên xwe re rû bi rû bimînin. Em dixwazin dayikên gerîla û leşkeran bi gul û kulîlkan hevdû hembêz bikin. Ev pêvajo yekalî nabe. Em wek Dayikên Aştiyê dibêjin êdî bes e. Me destên xwe dirêjî aştiyê kir, êdî divê dayikên leşkeran jî destên xwe dirêjî aşitiyê bikin. Divê êrişên li ser Rojava jî bên rawestandin.”
 
Piştre Asya Tay axivî û diyar kir ku divê her du alî çekan deynin û wiha axivî: “Em dixwazin li şûna xwînê kulîlk bibişkivin. Em naxwazin ne dayikên kurd û ne jî tirk bigirîn. Ji ber ku em dibêjin aştî divê em xwe bigihînin hev û hev hembêz bikin.”
 
Kumrî Babat jî wiha axivî: “Em jî dixwazin li Rojhilata Navîn aştî pêk were. Herkesê bang û peyama Birêz Abdullah Ocalan guhdar kir. Pêwîste dewlet jî guh bide vê peyamê. Em êdî naxwazin kes bimire. Em naxwazin dayik bigirîn.”
 
Edene 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê li Parka Înonû daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek kes lê amade bûn de Seroka Meclîsê Suphiye Bayav axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Suphiye Bayav diyar kir ku dê agirbestek yekalî pêk neyê û divê agirbestek dualî hebe û got ku divê dewlet bi bêdengkirina çekan ji bo aştiyê gavan bavêje da ku kes nemire.
 
Dayika Aştiyê Azîze Gultekîn jî bi bîr xist ku PKK’ê piştî bangê agirbest îlan kir û wiha dewam kir: “Agirbestek yekalî nabe, divê her du alî agirbestê ragihînin. Divê her du alî êdî çekên xwe bêdeng bikin. Banga me ya din jî ji bo dayikên leşker û polîsan; Em dibêjin pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Werin, em destên xwe bidin hev. Divê ne jiyana we û ne jî ya me biêşe. Bila ne hêsirên we ne jî hêsirên me biherikin. Werin em bi hev re aştiyê ava bikin. Ger dewlet aştiyeke rasteqîn bixwaze bila şer rawestîne. Divê dawî li tayînkirina qeyûmên li bajarên me bîne û hevalên me yên ku di girtîgehê de ne, serbest berde. Bila her kes azad bijî. Ger dewlet agirbestê ragihîne û hevalên me yên li girtîgehê serbest berde, wê demê em ê bawer bikin ku di vê pêvajoyê de samîmî ne."