'8'ê Adarê tê wateya têkoşînê'

  • 10:19 8 Adar 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê yên amadekariyên 8'ê Adarê kirin diyar kirin ku 8'ê Adarê tê wateya têkoşînê û gotin:"Divê hemû jin di vê rojê de têkoşînê mezin bikin."
 
Jinan li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê weke hemû deveran dest bi amadekariya xwe ya ji bo orgenîzkirina şahiya 8'ê Aadrê kirine. Ev çar rojan li qada şahiyê amadekiarî hatin kirin. Jinên tevli amadekariyê bûn wiha gotin:"Em ê 8'ê Adara sala 2025'an bi têkoşîna xwe bikin sala azadî û rizgariya hemû jinên bindest û di serî de rizgariya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan."
 
Amadekiriyên hatin kirin
 
Endama Komîteya Çalakiyan a bajarê Helebê Newroz Hesen wiha got:"Ev 4 roj in em hazirtiya şahiya 8'ê Adarê dikin. Di van çar rojan de me pankart, fîleks, al û wêneyên Rêbertî û pakrewanan daliqandin. Di heman demê de qada şahiyê bi alîkariya meclis û komînên taxê hat paqijkirin."
 
'8'ê Adarê tê wateya tekoşînê'
 
Di dawiya axaftina xwe de Newroz Hesen 8'ê Adarê pîroz kir û wiha got:"Ez roja têkoşîna jinên kedkar li cîhanê, li hemû jinên di çeperan de pîroz dikim. Roja 8'ê Adarê ji bo me rojek pir girîng e. Tê wateya şahî û têkoşînê. Divê hemû jin di vê rojê de têkoşînê mezin bikin her wiha şahiyên xwe li dar bixin. Em ê 8'ê Adarê sala îsal bikin sala rizgariya tevahî jinan. Bangewaziya me ji bo tevahî jinên Helebê heye ku werin şahiya me û em bi hev re vê şahiya pîroz bikin"
 
Sala rizgariyê
 
Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Role Mihemed jî axaftina xwe ya têkildarî wateya 8'ê Adarê kir û wiha pê de çû:"Em 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. 8'ê Adara îsal wê bi coşek pir mezin were pîrozkirin. Ev jî wê bi têkoşîn û berxwedana jinê pêkan bibe. Em ê vê 8'ê Adarê bikin sala rizgariya Rêberê xwe ya ji zindana Îmraliyê."
 
'Têkoşîn ji bo azadiya Rêbertî ye'
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Role Mihemed wiha got:"Ji 1'ê heyva Adarê me dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kir.  8'ê Adarê ji bo me tê wateya vejînê. Îro ji bo ku em bihêlin hemû jin beşdarî vê şahiya me bibin li Helebê belevok hatin belavkirin. Ewqas sal in jin di bin koletiyê de dijîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan bang kir. Lewma wê her têkoşîna me ji bo azadiya Rêberê me berdewam bike."