
ROJEVA 11'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 11 Adar 2025
- Rojev
*Jinên li qada 8’ê Adarê ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat xwendin, diyar kirin ku li hember peyama ku hatiye şandin hestên ku nayên vegotin jiyane û gotin, “Jin êdî xwedî erkeke nû ye, em amade ne ku ji bo aştiyê berpirsyariya herî mezin hildin ser milê xwe." DÎMEN HEYE
*Hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, diyar kir ku piştî îlankirina rêveberiya xweser gelek binpêkirinên mafan pêk hatin û hiqûq hat îlhalkirin. Diyar Akin ê 15 salî vê demê hat kuştin û dayika wî Maksîme Akin jî wiha got: "Kurê min ji bo derman bistîne çû lê hat qetilkirin." BI DÎMEN
*Endama OHD'ê Parêzer Elîf Taşdogen, diyar kir ku "mafê hêviyê" yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybetî di qonaxa yekemîn de divê bi awayekî qanûnî bê bicihanîn û got, "Pêwîst e bi lezgîn rêziknameyên qanûnî bên çêkirin, ji nû ve bên nirxandin û derfetên azadiyê bên afirandin." DÎMEN HEYE
*Wê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Navenda Çand û Hunerê Dîcleyê çalakiya hevdîtina piştevaniya bi jinên rojnameger re li dar bixe. (15.00)