Daxwaza aştî û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan a jinan

  • 09:03 8 Nîsan 2025
  • Rojane
WAN - Tevî ku 40 roj di ser banga "Aştî û civaka demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir de derbas bûye jî tu gav nehatiye avêtin. Jinan balkişandin ser mijarê û gotin: “Bila dewlet gavê bavêje. Bila aştî û azadiya Birêz Ocalan pêk bê. Ne şer em aştiyek bi rumet dixwazin. Lê dewlet ne aştiyê teslimiyetê dixwaze. Dewleta Tirk hîna tu gav navêtiye.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî hevdîtina di 27’ê Sibatê de bi heyeta Îmraliyê re kir şûnde banga "Aştî û civaka demokratîk" kir. Ev banga dîrokî, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê deng da. Lê tevî 40 roj di ser bangê de derbas bûye destilatdairyê tu gav navêtiye.
 
Jinan der barê mijarê de nirxandin kirin û diyar kirin ku divê desthilatdarî gavê bavêje.
 
‘Bila aştî û azadiya Birêz ocalan pêk bê’
 
Sevkiyat Saglam da zanîn ku ew spasiyên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û aştiyê dixwazin. Sevkiyat Saglam wiha got: “Em azadî, aştî û edaletê dixwazin. Em ji bo Birêz Ocalan azadiyê diaxwazin. Em şer naxwazin. Bila dewlet êdî gavê bavêje, pêşketin çêbibe. Lê hîna ji dewletê tu deng tuneye.”
 
‘Dewlet ne aştiyê teslimiyetê dixwaze’
 
Meryem Tuncer jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha domand: “4’ê Nîsanê ji bo hemû Gelê Kurd rojek pîroze. Ez roja Gelê Kurd pîroz dikim. Em aştiyê, azadiya birêz Ocalan dixwazin. Em ji dewletê gavê dipên. Bila êdî destê aştiyê dirêj bikin. bila dest ji ser Rojava, zozanan, welatê me, gundên me bikşînin.Em aştiyê dixawzin. Bendewariya me aştiye."
 
‘Bila dewlet gavê bavêj û aştî bê’
 
Meryem Tuncer wiha dirêjî dayê: “Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila ji bo aştiyê bikevin tevgerê. Ji hemû mirinan herî zêde dayik bi bandor dibin.Bila dewlet gavê bavêje û aştî bê ser vê axê. Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din êrîşê rojava bikin. Bi sedan zarokên me li Rojava hatin qetilirin. Em aştiyek bi rumet dixwazin. Em azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyan dixwazin. Bila deriyê girtîgehan vebibin. Bi sedan girtiyên nexweş di zindanan de ne. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Bila dewlet destê aştiyê dirêj bike’
 
Asya Ozlu jî daxuyakirin ku ew bi salane aştiyê dixwazin û wiha domand: “Çavên me li peyamek ji dengê Birêz ocalan bû. Bi salane em aştiyê dixwazin. Peyama Birêz Ocalan ji bo me hemûyan bu moral. Lê hîna Tirkiyeyê gavek navêtiye. Em aştiyê dixwazin. Bila xwîn nerêje û kes nemire. Em birêz Ocalan nav xwe de dixwazin.”