
Leyla Muhammed: Banga aştiyê li hemû erdnîgariyê deng da
- 09:03 9 Nîsan 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Endama Koordînatasyona Kongra-Star a Lubnanê Leyla Muhammed da zanîn ku ji bo banga aştiyê ya Abdullah Ocalan divê ked û xebatek mezin bê dayîn û got: “Ji bo her sê name bersiva xwe bigire divê berpirsyarî bê girtin. Banga aştiyê li hemû erdnîgariyê deng daye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ li gelan kir, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo jinan, beriya 21’ê Adarê Newrozê jî bang li civaka êzidî û her wiha di 4’ê Nîsanê de jî li ciwanan kir. Ev peyam her yek xwedî girîngiyên mezin bûn û li cîhanê deng dan.
Endama Kordînasyona Kongra-Star a li Lubnanê Leyla Muhammed der barê banga sedsalê ya 27’ê Sibatê de hatiye kirin de ji ajansa me re axivî.
Leyla Muhammed di destpêka axaftina xwe de balkişand ser pîrozbahiyên Newrozê ku li her derê cîhanê hatine pîrozkirin û wiha vegot: “Ez Newroza Rêber Apo û gelê Kurd carek din pîroz dikim. Newroza îsal cuda bû. Bêguman Newroz ji bo Kurdan rojek nû, azadî û vejîn e. Em jî wek hemû gelan dixwazin jiyaneke aştiyane bijîn. Banga sedsalê ji aliyê gelan ve bi coş hat pêşwazîkirin. Ji ber vê Newroz jî bi coş hat pîrozkirin. Me bi kelecanek mezin bersiv da banga Rêber Apo. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apoye û bidawîkirina îşkenceya Îmraliyê ye. Me bi vê daxwaz û moralî xebat meşandin. Her kesî bi coş bersiv da û di Newrozê de ev derxistin pêş. Gelê Kurd ji bo aştiyê amade ye. Ji ber vê tevlibûna Newrozê jî xurt û rengîn bû.”
‘Piştgiriya Rêber Apo a ji bo jinê didome’
Leyla Muhammed balkişand ser pîrozbahiyên Newroz, 8’ê Adarê û 4’ê Nîsanê û ev nirxandin kir: “Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê nîşan dide ku çiqas girîngiyê dide jinan. Rêber Apo di çarçoveya azadiya jinê de paradîgma daniye holê. Peyama 8’ê Adarê jî watedar û bi bandor bû. Rêber Apo bi piştgiriya xwe ya ji bo jinan, bi xebata der barê rastiya jinê de bi salan e li berxwe daye. Piştgiriya Rêber Apo ya ji bo jinê didome. Gelê Kurd û jinan Newroz, 8’ê Adarê û 4’ê Nîsanê rojbûna serokatiyê bi coşek mezin pêşwazî kirine. 4’ê Nîsanê roja berxwedana gelê Kurd e.”
‘Peyamên ji bo jin, ciwan û Êzidiyan hatine şandin girîng in’
Leyla Muhammed balkişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dayê: “Banga sedsalê ya ‘aştî û civaka demokratîk’ gelek girîng e. Ligel vê nameyên ku ji jinan re, civaka Êzidî û ciwanan re hatiye şandin jî nîşan dide ku divê em xwe bi rêxistin bikin. Peyam ji bo vê ne. Esasên di nameyan de divê bên fêmkirin. Di peyama ji bo jinan de tê diyarkirin ku li dijî dîlgirtinê divê rêxistibûn hebe. Ji bo civaka Êzidî jî ev bang girîng e. Nameya ji civaka Êzidî re hatiye şandin, riya azadiya ji bo civaka Êzidî ye. Nameya ji bo ciwanan jî kelecan û coşek mezin afirandiye. Di mijara ku bang cihê xwe bibîne de divê berpirsyarî bê girtin.”
'Rola jinan di avakirina civakê de esas û taybet e'
Leyla Muhammed li ser peyama 8’ê Adarê sekinî û diyar kir ku ji bo pêşî li qetilkirinên jinan bê girtin divê zêdetir berxwedan bê nîşandan û wiha bi lêv kir: “Rola jinan a di civakê de esas û taybet e. Rêber Apo li ser vê disekine. Bi rastî jî ronesans e. Ronesansê çawa Ewropa guhert, Rêber Apo jî ji bo guhertina jinê dibêje Ronesans an jî wê çanda qirkirin, destdirêjî, koletî û desthilatdariyê bidome. Rêber Apo dibêje ‘jin azad nebe civak jî azad nabe’. Heta Rêber Apo jinê wek gerdûnê dinirxîne. Rêber Apo li dijî zîhniyeta desthilatdarî û baviksalar, îdeolojiya rizgariya jinê danî holê. Ji ber vê jî jin pêşeng e û encax bi pêşengiyê dikare bi ser keve. Sosyalîzm bê jinê nabe. Ji bo vê jî divê jin pêşeng bin. Divê ji bo banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo ked û xebatek mezin bê dayîn.”