
‘Em ji hikûmetê gavê dipên’
- 09:06 11 Nîsan 2025
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Sekretera Giştî ya PÎA Menîce Rumeysa Gulmez, der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Heta niha me gavek şênber nedîtiye. Ev gav her tim ji Kurdan tê payîn. Dixwazin Kurd xwe feda bikin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya heyeta Îmraliyê di 27’ê Sibatê de "banga sedsalê" ya wek "banga aştî û civaka demokratîk" tê binavkirin kir. Piştî bangê guherîna destura bingehîn ji nûve hat rojevê. Rayagiştî li dijî bangê ji hikûmetê gavê dipê.
Sekretera Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez der barê bangê de nirxandin kir.
‘Divê gav bên avêtin’
Menîce Gulmez da zanîn ku bi salane ji bo aştiyê têdikoşin û bi banga sedsalê re gavên hatine avêtin bi nirx û girîng dibînin. Menîce Gulmez wiha vegot: “Gava hatiye avêtin ji bo êdî kes nemirin, girtî bên berdan û windahî ji holê rabin hatiye avêtin. Kurd bi salane ji bo aştiyê têdikoşin. Em PÎA vê gavê girîng dibînin. Lê divê berdewama vê gavê bê. Lê mixabin em ji bilî çend gavan wekê din tiştekî nabînin. Qeyûm û girtin didomin. “
‘Em bi guman dinêrin’
Menîce Gulmez axaftina xwe wiha berdewam kir: “Desthilatdarî tenê wek gava siyasî piştgiriyê dide pêvajoyê. Em Kurd dixwazin gavên şênber bên avêtin. Gel gavê dixwaze. Ji ber bi wan re jî kelecan hat afirandin.Em li pratîkên dewletê dinêrin tu car gavên samîmî nehatine avêtin. Ji ber dema mijar dibin Kurd, gavên ku dewlet davêje bi gumanin. Ji bo pêvajoyê ji bo aştiyê divê her kes gavê bavêje. Lê ew dixwazin tenê Kurd xwe feda bikin. Her tim ji Kurdan gavê dipên.”
Menîce Gulmez wih adawî lê anî: “Ji bo samimiyeta pêvajoyê bê fêmkirin divê AKP-MHP gavên şênber bavêjin. Divê di serî de birêz Ocalan û girtî bên tahliyekirin. Divê dawî li pêkanîna qeyûman bînin. Divê mafê ziman bê parastin. Divê xebatên destura bingehîn bên kirin. Em ji desthiltdariyê van gavan dipên.”