Li Kirmaşanê 3’yemîn pêşbirka Xwendina Helbesta Kurdî hat lidarxistin
- 14:04 30 Tebax 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Sêyemîn pêşbirka Xwendina Helbesta Kurdî ji bo Zarokan, li Kirmaşanê bi beşdarên ji çar parêzgehan hat lidarxistin û serkeftiyên komên temenî yên cûda hatin nasandin.
Sêyemîn pêşbirka xwendina helbestên zarokan ên bi zimanê Kurdî roja Pêncşemê li hola Navenda Geşepêdana Rewşenbîrî ya Zarok û Ciwanan a Parêzgeha Kirmaşanê hate lidarxistin. Pêşbirk bi hevkariya Koma Xebata Wêjeya Kurdî ya Kirmaşanê, Navenda Geşepêdana Rewşenbîrî ya Zarok û Ciwanan a parêzgehê û Enstîtuya Çandî û Hunerî ya Dadgar hate lidarxistin.
Ji çar parêzgehên Ûrmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê beşdarî pêşbirkê bûn. Armanc ew bû ku zarok û ciwanan teşwîq bikin ku zimanê xwe yê zikmakî nas bikin û jêhatiyên xwe yên wêjeyî xurt bikin.
Di kategoriya temenên di bin 14 salî de, Bahar Ferhangian ji Kirmaşanê pileya yekem bi dest xist û Kanî Necafî ji Kirmaşanê û Ala Rostemî ji Pavehê jî pileya duyem û sêyem bi dest xistin. Vanya Safari jî di nav beşdarên ku di pêşbirkê de sernavê serdest an jî hêjayî pesindayînê bi dest xistin de, bû.
Di dawiyê de serkeftiyên pêşbirkê hatin xelatkirin.







