Pakrewanên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
- 14:14 30 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê navçeyên Maltape, Esenyûrt, Fatîh, Sûltanbeylî û Bagcilarê ji bo pakrewanên têkoşîna azadiyê bernameya bîranînê hatin lidarxistin.
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Maltape, Esenyûrt, Fatîh, Sûltanbeylî û Bagcilarê bernameyê bîranînê hate lidarxistin. Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li şînan bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gul hatin danîn. Li eywanê pankartên ‘Em şehîden rûmetê bi bîr tînin’, ‘Şehîdên me rûmeta me ne’, ‘Têkoşîna wan rêya me ronî dike’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin daliqandin.
Bernameya bîranînê ya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala têkoşîna şehîdan dikir hate temaşekirin.
‘Em deyndarê şehîdan in’
Piştî sînevîzyonê malbatê şehîdan axivîn û diyar kirin ku ew deyndarê şehîdan in û wiha gotin: “Heke îro dewlet bi rêxistinê re têkoşînek dide meşandin, ew deyndarê şehîdan in. Bi saya şehîdan em li vir in. Ji bo me canê xwe feda kirin. Canê ciwan soz dan û tev li têkoşinê bûn. Em jî soz didin ku em ê li pey doza wan bin. Rêya wan rêya me ye.”
Piştî axaftinan mewlûd hate xwendin.







