Li Îranê 3 hezar û 888 kes hatin darvekirin
- 12:34 14 Tîrmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya "Na ji darvekirinê re ya roja Sêşemê" ragihand ku di hefteya 129'emîn de li 58 girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin û diyar kir ku di nava 2 salan de li Îranê 3 hezar û 888 kes hatin darvekirin.
Kampanya "Na ji darvekirinê re ya roja Sêşemê" di hefteya 129'emîn a çalakiyan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji dema destpêkirina wezîfeya Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan û vir ve di nava 2 salan de herî kêm 3 hezar û 888 kes hatin darvekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, rejîm ji bo astengkirina çalakiyên şermezarkirinê yên civakî îdamê weke cezayekî bi kar tîne û hate bibîrxistin ku hefteya derbasbûyî li Girtîgeha Adilabad a li Şîrazê jineke 52 salî hate darvekirin.
Her wiha hate ragihandin ku di çarçoveya doza Qada Alihani ya li Îsfahanê de têkildarî 12 girtiyên siyasî biryara darvekirinê hate dayin ku hin ji van kesan di dema binçavkirinê d zarok bûn.
Kampanyayê diyar kir ku 10'ê Tîrmehê li koxûşa jinan a li Girtîgeha Evînê hêzên ewlekariyê êriş birin ser girtiyên siyasî.
Kampanyayê bang li raya giştî kir ku ji bo girtiyên cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn dengê xwe bilind bike.







