ÎSÎG: Di hezîranê de 228 karkerî jiyana xwe ji dest dane
- 12:42 14 Tîrmeh 2026
- Ked/Aborî
STENBOL - ÎSÎG ku "Rapora Cinayetên Karî" ya meha Hezîranê ragihand, diyar kir ku 228 karker di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ÎSÎG), "Rapora Cinayetên Karî" ya Hezîrana 2026'an eşkere kir. Li gor raporê, herî kêm 228 karker di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane. Ji 228 karkeran 10 jê jin, 218 jê jî mêr in. Her wiha li gor raporê, 6 karkerên zarok, 14 koçber jî di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de îşaret bi sedema mirinan jî hatiye kirin; ji sedî 24 eciqandin, ji sedî 15 ketina ji cihekî bilind û ji sedî 15 jê jî qezayên trafîkê yên serwîsên karkeran. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li gor karbeşiyan ji sedî 24'ê mirinan di qada çandinî/daristanan, ji sedî 24 di qada înşeat/rê, ji sedî 11 di qada veguhastinê, ji sedî 8 di qada metalê û ji sedî 6 jê jî di qada şaredariyan de çêbûne.







