Li Botanê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
- 18:00 4 Gulan 2023
- Rojane
ŞIRNEX - Li Botanê Partiya Çep a Kesk bi namzetên xwe re bê navber xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya xebatan de gelê Botanê ji bo xwedîderketina dengên xwe bang û peyam tê dayîn.
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe de li navçeyên Cizîr, Silopya, Hezex û Basayê ya Şirnexê xebatên hilbijartinê dimeşîne û gelê Botanê ji bo 14’ê Gulanê banga xwedî derketina dengên xwe kirin.
Rêxistina partiya Çep a Kesk yê navçeya Cizîrê bi beşdariya namzeta Şirnexê Newroz Uysal û MEBYA-DER’ê li Cizîrê serdana karkerên tekstîlê kirin. Di serdanê de hate destnîşan kirin ku hemû gel biçe ser sandoqan û xwedî li rayên xwe derbikevin.
Li Silopyayê jî bi beşdariya namzeta Şirnexê Ayşegul Dogan serdana gundên Gûhedit, Tekyan, Bedrû kirin û xebata pûsûla hilbijartinê hate meşandin.
Li Şirnexê û Basayê jî bi beşdariya namzet Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal serdana esnafan hate kirin.