Li dijî sansura li gorî konjonktora siyasî ava dibe çareserî: Têkoşîn

  • 09:02 10 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Elfazî Toral-Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Kesên tevlî "Di bin zexta sansur û oto-sansur de feqa çandî" bûn diyar kirin ku sansur li gorî konjonktora siyasî pêk tê û li dijî tecrîda di qada çandî de tê afirandin divê têkoşîna hevpar bê meşandin.
 
Însiyatîfa Ji bo Azadiyê Huner di meha Tîrmehê de damezarandina xwe deklera kir. Însiyatîf ji bo huner bi awayekî azad xebatên îfade bike dixebite. Di vê çarçoveyê de bi sernavê  "Di bin zexta sansur û oto-sansur de feqa çandî" hevdîtina du roja pêk anîn. Gelek hunermend, derhêner, aktîvîst û nivîskar hatin gel hev. Di hevîtin li dijî tecrîda giran dibe nîqaş hatin meşandin. He rwiha li dijî sansur û riyên çareseriyê jî nîqaş hatin meşandin.
 
Endama Însiyatîfa Ji bo Azadiyê Huner, wênekêşvan Arzu Fîlîz Gungor axivî û da zanîn ku li Tirkiyeyê bi sansur û oto-sansurê re tên rû hev û li dijî di însiyatîfê de cih girtiye û got fêm kiriye li dijî zextan ne tenê ye. Arzuyê wiha got: “Ya para me ket berxwedane. Hunermend divê wesfekî wan hebe û di piştevaniyê de afrîner be. Însiyatîf jî li dijî vê bange. Çiqas tên ser me bila bên, wê ev tişt her tim hebin. Em çi dikin? Em jî gazincan dikin. Divê em hemû kesên bi zextan de di piştevaniyê de bin. Ji bo min ev însiyatîf li jî zextan têdikoşe.”
 
‘Girtîgeh çima nabin mijara hunerê’
 
Arzuyê daxuyakirin ku sansur û oto-sansur ji bo binpêkirinên mafan yên li girtîgehan neyên dîtin pêk tên û got: “Mirovên azadiya wan hatiye sînorkirin heye. Nayê dermankrin. Li girtîgehan mirovan terkî mirinê dikin. Çapemeniya alîgir vê nabîne. Girtîgeh çima nabin mijara hunerê. Ez her kesî li dijî tecrîdê vexwendiyê têkoşînê dikim.”
 
Li gorî konjonktura siyasî sansur
 
Fîlm çêker Ayşe Çetînbaş jî anî ziman ku yek ji qadên ku herî zêde ji sansur û otosansurê bandor dibe sînema û belgefîlmin û daxuyakirin ku belgefîlma ‘Bakur’ di bin zextan de ye. Ayşeyê wiha anî ziman: “Ji bo em van biaxivin em ligel hevin. Di navbera salên 2013-2014’an de dema pêvajoya aştiyê berdewam dikir sansur tunebû. Berovajî vê teşwîqkirina hunerê hebû. Di 2024’an de desthilatdarî axwaze tu tiştekî ne li alî xwe bibîne. Dixwaze hemû tiştî tune bike. Li gorî konjonktora siyasî sansur pêk tê.”
 
‘Berxwedan hêviyê dide’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hatina gel hev a aktîvîst, hunermend û derhêneran girînge û wiha bi lêv kir: “Ji bo em biaxivin em hatin gel hev. Xebatên gelek hevalên me tên astengkirin. Gelek hevalên me neçar man Tirkiyeyê terk bikin. Lê tevî hemû zextan hevalên me bi taybet hevalên me yên li Kurdistsanê xebatan dimeşînin. Ev jî hêviyê dide. Divê xebat bidomin.”
 
‘Divê em li dijî polîtîkayên tecrîdê bin’
 
Akademîsyen  Sonay Ban jî diyar kir ku sansur cur bi cur tên meşandin û got: “Kes ji bo nekevin bin lepê sansurê xwe sansur dikin. Gelek tiştî ji nedîtîve tên. Aliyên xetereya oto-sansurê hene.divê em li dijî her cureyê zextan û tecrîdê bên gel hev û têkoşîna hevpar bimeşînin.”