‘Berpirsê tundiyê desthilatdarî ye’

  • 09:07 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinên der barê tundiya mêr de axivîn diyar kirin ku berpirsê qetilkirin û zextên li ser jinan desthilatdarî ye. Jinan gotin gumanbar ji aliyê desthilatdariyê ve tê parastin û gotin wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Li aliyê din jî hejmara tundiyê bi qasî di çapemeniyê de tê dîtin tê zanîn. Li Kurdistan û Tiriyeyê her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin û tevî ku jin gilî dikin jî tedbîr nayên girtin.
 
Li gorî daneyên ku ajansa me kom kirine di meha îlonê de 30 jin û zarokek hatiye qetikirin. 15 jin û 4 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 4’ê cotmehê de li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl ji aliyê mêrê bi navê Semîh Çelik ve hatin qetilkirin. Di 7’ê cotmehê de jî Ozge Polat ji aliyê Serkan Yildiz ve ku dest jê berdabû hat qetilkirin.
 
Jinan der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku sedema qetilkirinan desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.
 
‘Dewlet mêran diparêze’
 
Endama Meclîsa Nûneran a Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu axivî û diyar kir ku polîtîka bêcezahiştinê cesaretê dide mêran û wiha anî ziman: “Gumanbar tên biçavkirin û piştre tên berdan. Ne hiqûq heye ne daraz. Gumanbar tên berdan û ji vê cesaretê digirin. Mêr bi awayekî sîstematîk jinan qetil dikin. Bûyera li Stenbolê jî mînaka vê ya herî mezin e. Di 2 rojan de 8 jin hatin qetilkirin. Em ê li dijî tundiya mêr li kolanan bin. Em ê hesab ji pergala serdest a mêr bipirsin.”
 
‘Divê vegerin Peymana Stenbolê’
 
Ji platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Aydan Tor jî anî ziman ku qetilkirina Narînê rewşa herî xerab e û got hîna ev ji ser xwe neavêtine li Stenbolê du jin hatine qetilkirin. Aydanê balkişand ser polîtîka bêcezahiştinê û got gumanbar, kujer bê ceza tên hiştin. Aydanê wiha vegot: “Divê demildest vegerin Peymana Stenbolê.”
 
'Divê hemû jin li dijî vê rabin ser piyan'
 
Ji Meclîsa Jinan a Îzmîrê Nuran Yordamli jî bertek nîşanê qetilkirina jinan da û daxuyakirin ku ewlehiya hemû jinan tune ye û got: “Divê hikûmet îstîfa bike. Dijminê yekemîn ê  jinan hikûmet e. Ceza ne bi bandor in. Ne zarok ne jin ne jî sewal ewlehiya wan tuneye. Êdî bes e. Divê hemû jin li dijî vê rabin ser piyan.”