Li Wanê piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
- 12:51 19 Tebax 2023
- Rojane
WAN - Astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê û binçavkirinan li Wanê hat protestokirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û binçavkirina wan protesto kir. Çalakiya ku hat lidarxistin de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzer tevlî bûn.
Bi hinceta ku Walîtiya Wanê 2 roj qedexeya çalakiyan îlankiriye, polîsan destûr neda ku li derve daxuyanî bê dayîn û asteng kir.
Gelek kesên ku li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Wanê kom bûn, li ser astengiyê dest bi çakakiya rûniştinê kirin û dirûşmeyên “Nirxê mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Zext nikare me bide sekinandin” hat berzkirin û astengiya polîsan hat şermerzarkirin.
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.