Krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhiata Navîn (3)

  • 09:04 25 Sibat 2025
  • Dosya
 
Xerabiyek marjînal!
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan rewşa netew dewletan ku ‘îcada’ modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn û krîza tê jiyîn e' dinirxînî û geşdanên heyî datîne holê.
 
Dewleta netewe ya ku modernîteya kapîtalîst xwe tê de afirandiye, di qonaxeke wisa de ye ku êdî nikare xwe bidomîne û parçebûnekê dijî. Rojhilata Navîn navenda ku ev krîz û hilweşîn lê pêk tê ye. Gel ji bo pêşeroja xwe ji nû ve ava bike têkoşîna xwe zêde dike. Tehlîl û nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser krîza ku modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn tê jiyîn û encamên wê çi dibe bila bibe, ji aliyê têgihiştina rewşa heyî ve di xaleke girîng de ne.
 
Modernîteya kapîtalîst li dijî xeta mirovahiyê ye
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku modernîteya kapîtalîst di pevçûn û geşedanên Rojhilata Navîn de xerabiyek mezine û modernîteya kapîtalîst wek xerabiyekê dinirxîne. Abdullah Ocalan diyar dike ku modernîteya kapîtalîst li dijî xeta mirovahiyê ye û got: “Tevî serdestiya pir mezin a modernîteya kapîtalîst a îro jî, kapîtalîzm ji eslê xwe ve, weke perîşaniyeke civakî ya ku di dîroka mirovahiyê de her tim marjînal maye, tê dîtin. Li dijî pergala sereke ya mirovahiyê ye. Di heman demê de li dijî diyalektîka gerdûnî ya xwezayê yan jî ji holê radibe. Di sedsala 16'an de serûbinbûna kapîtalîzmê û damezrandina wê ya hegemonyaya gerdûnî hinekî dişibe 'Çîroka Çil Dizan'.
 
3 esas
 
Vê elît di vî şerî de sê çekên sereke yên nûjeniyê afirandibû. Ev her sê çekên ku ji sedsala 16'an heta nîveka sedsala 19'an û heta nîveka sedsala 20'em bi awayekî serketî hatin sepandin, sê hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst bûn: meyla domdar a sermayê ji bo zêdekirina qazancê, birêxistinkirina desthilatdariyê wek dewlet-netewe û îndustriyalîzma ku bi derbasbûna ji hilberînê ber bi şoreşa pîşesaziyê ve dest pê kir. Dinyaya ku di van dused salên dawî de ji aliyê van hersê hêmanan ve hatiye dagirkirin, bi rastî cîhaneke xerîb û perîşan e. Bê şik ev ne sîstemeke xwedayî ye ku ji ezmên ketiye û nabe jî.
 
Ne krîza dawî, krîza mirinê
 
Abdullah Ocalan krîzên dawî wek krîza kapîtalîzmê nirxand û wiha vegot: “Bi rastî, ne hewce ye ku meriv jê re bibêje krîza dawî. Kapîtalîzm bi xwe krîza herî kujer a berdewam a pergala şaristaniyê ye. Serweriya wê ya pêncsed salên dawî bi şerên qirkirinê yên ku bûne sedema wê, talankirina koledar a tirsnak, îstismarkirina kedê, wêrankirina jîngehê û di dawiyê de jî bikaranîna kes û civakê, taybetmendiyên xwe yên sereke bi berfirehî nîşan daye. Dema ku em li ber çavan bigirin ku jimareya şerên sed salên dawî gelek qat ji jimareyên şer ên tevahiya dîroka mirovahiyê zêdetir e, em dikarin bi hêsanî îdia bikin ku pergal ne tenê xwediyê karakterek depresyonê ye, di heman demê de ji bo civaka mirovan û jîngehê taybetmendiyên kanserojen jî hildigire. Tê fêmkirin ku pergala ku berê van xisletên xwe di navenda xwe û navendên gerdûnî de derxistiye holê, li Rojhilata Navîn, navenda çanda dîrokî ya mirovahiyê, xwedî karekî pir dijwar e.”
 
Netew-dewletparêziya Ereban
 
Abdullah Ocalan netew dewletparêziya Ereban jî digire dest û wiha dibêje: “Netew-dewletparêziya Ereb ji niha ve bûye nakokiya sereke ya ku gelê wê gelekî hêrs dike. Netewe-dewleta Iraqê ku dixuye ya herî bi hêz e, niha goristana netewe-dewletparêziyê ye. Netewe-dewletperestiya Ereb-Sunnî ya Şîî û ya Kurd, belkî wê bibe şahidê dîmenên herî bi xwîn ên sedsala 21’ê. Dema ku em li rewşa heyî binêrin û bi komkujiya Helebçeyê û hemû komkujiyên din ên etnîkî û mezhebî yên demên dawî re bidin ber hev, wê tirsa nakokiyên netew-dewletparêz ên pêşerojê baştir were fêmkirin. Ne şaş e mirov binirxîne ku rewşa niha û paşeroja nêzîk a hemû dewletên netewe yên ereb, ji Fasê heta Yemenê, ji Sûdanê heta Sûriye û Lubnanê, ji Iraqê cuda ye û dê nebe. Tevî nakokiyên wan ên eşkere yên bi Israîlê re, di eslê xwe de ew hevkar in ku Israîl mumkin dikin û bi awayekî objektîf wê zindî dihêlin. Hebûna wan bi hegemonyaya Îsraîlê pêk tê. Dibe ku herî zêde pêwîstiya wan bi Îsraîlê re netew-dewletên Ereb in. Îslamiya siyasî wek neteweperestî li cîhana erebî ji neteweperestiya laîk û netewe-dewletparêziya wê pir bi pirsgirêktir e. Ev netewperestiyên ku li ser îstismarkirina Îslama çandî ava bûne, ji tevgereke faşîst a dereng wêdetir nikarin rolekê bilîzin.”
 
Netew-dewletparêziya Tirk
 
Abdullah Ocalan ku der barê netew-dewletparêziya Tirk de tespîtên girîng kir û got dixwaze bin kontrola DYA-NY’yê dixwazin di bin kontrola Rûsyayê de, netew-dewletparêziya Tirk, bi avabûnên mînîmalîst re rola desthiladariyên koka wan Tirk û dewletan tu carê nelîstine û asta eyaletên girêdayê wê derbas nekirine.
 
Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ji bo rakirina barê asteng ên paşerojê û astengkirina serhildanêm gelê xwe hatin wezîfedarkirin. Dema em li dîroka wan ya nod salên dawî dinêrin, bi hêsanî tê gotin ku wan ev rol lîstine. Wer dixuye ku ji bo paşvebirina rola Tirkan a di dîroka hezar salên dawî de hatine erkdarkirin. Ew hemî li ser minimalîzm û hundurîniyê dilîzin. Weke ku li hemberî çand û gelê herêmê ti berpirsyariyeke wan tune be û li hemberî hev jî nikarin roleke erênî bilîzin. Ev rewş bi zihniyeta teng a neteweperest û dewletparêz û adetên jiyana wan ve girêdayî ye. Di şiklê xwe yê niha de, ew nekarin bibin siya rabirdûya ku ew qas rexne dikin an carinan jî dişibînin. Ew netew-dewlet in ku divê di demeke nêz de herî zêde reforman biceribînin.
 
Heta ku netew-dewlet û paradîgma moternîteya xwe neguherin
 
Li Komara Tirkiyeyê endustriyalîzma ku bi taybetî li ser neft, gaz û hin kargehên madenê, tûrîzm, otomobil û tekstîlê hatiye avakirin, berê erdên lê dijîn kirine goristan. Qezencperestiya tund a kor hewl dide çand û ekolojiya dîrokî ya çemê Firat-Dicleyê tune bike û gelê kurd ên li vê herêmê dijîn bike wek çarenûsa gelên Ermenî û Suryanî. Netewe-dewleta Tirk difikire ku bi qirkirina dawî ya Kurdan re weke dewleteke netewe ya 'bi welat û neteweya xwe re entegre' wê heta hetayê bimîne. Eşkere ye ku heta di demeke nêz de paradîgmaya netewe-dewletparêzî û modernîteya Tirk neguhere, ji bo gelên herêmê û çandên din ên herêmê, bi taybetî gelên Tirk û Kurd, ji lîstina goran wêdetir dernakeve.”
 
Netew-dewletparêziya Îranê 
 
Abdullah Ocalan rewşa Îranê jî nirxand û got: “Îran û netew dewletên din hîn bêtir bi pirsgirêkêk in. Afganîstan û Pakîstan ji xwe di krîzek mezin a netew dewletiyê de ne. Şerên netew-dewletan ên sedsala borî belkî felaketek ji bombeya atomê girantir bi ser van gel û çandan de aniye. Gelên navborî rastî wêranî, sûîqest û komployên ku di ti serdemên din ên dîroka xwe de nehatine jiyandin. Îran di her kêliyê de dibe ku rûbirûyê karesateke atomê bibe. Çanda Îranê ji destpêkê ve li dijî modernîteya kapîtalîst, bi taybetî jî netewe-dewletparêzî bû. Li dijî van hemû hêmanên hatine ferzkirin li ber xwe dide. Tevlihevkirina modernîteyê bi ewqas kevneşopî û kevneşopiya dîrokî bi ewqas modernîteyê re û fikirîna ku netewe-dewletparêzî dikare rizgar bibe, tenê bi 'qurnaziyên Acem' dikare were ravekirin. Ji ber vê jî Rojhilata Navîn belkî jî ji ser Îranê teşe bibe."