Krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn (5)

  • 09:03 27 Sibat 2025
  • Dosya
 
Aboriya komun a demokratîk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn, aboriya komun a demokratîk ku çarçoveya wê diyar kiriye, riya çareseriyê nîşan dide.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn pespektîfên danîne holê ji aliyê hemû civakê ve tê nîqaşkirin û bi eleqeyek mezin tê şopandin. Di vê beşê de em aboriya komun a demokratîk ya ku Abdullah Ocalan piştî teoriya nteewa demokratîk, ji bo çareseriyê nirxandiye digirin dest.
 
Abdullah Ocalan ji bo çarseriya pirsgirêkan  piştî ku teoriya netewa demokratîk pênase kir, mijara duyemîn a girîng aboriya komun a demokratîk digire dest.
 
Aboriya komun a demokratîk
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku aboriya komun a demokratîk, riya çareseriya ku jiyaneke mirovane a civakan e û wih adibêje: “Aborî her tim bi komunê pêk tê. Bêyî komun aborî nayê fikirîn. Wateya koka gotina aboriyê ‘Qanûna komun a malbatê’ ye. Yanî wek komunekê kar û barên debara malbatekê ye. Terza hebûna civakê teşeyê komunê ye. Dîrok şahidiya aboriyek şexsî nake. Aboriya taybet her tim wek diziyê hatiye dîtin û marjînal hatiye hiştin. Yên li pey aboriya taybet û sermayê her tim wek diz hatine darizandin.”
 
Kapîtalîzm ne aboriye
 
Abdullah Ocalan wiha vegot: “Dixwaze taybet dixwaze tekelên dewletê, yên li ser aboriyê serdetsin, dizanibûn ku komunê hilweşînin wê diziya xwe pêk bînin. Taybet an jî tekelbûna dewletê, şêşandina aboriya komunale. Ev şêlandina ji aliyê modernîteya kapîtalîst tê kirin, tê wateya têkbirina hîmê civak û komunê. Hemû krîzên aborî û nexweşyên civakî bi rizandina aboriya komun û hilweşandinê destpÊ dike. Dîroka kapîtalîzmê dîroka hilweşandina aboriyê ye. Kapîtalîzm ne aboriye.” 
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku modernîteya kapîtalîst di serdema kapîtal fînansê de, krîza derxistiye lûtkeyan û wiha dibêje: “Di encama vê de her sal bi mîlyonan kes betal mane û li Rohilata Navîn ev hîn girantire.Têkçûna jiyana komunal a 50 salên dawî, rê li ber betalbûna topyekun a civakî vekiriye.Civaka Rojhilata Navîn tu demên evqas têk neçûye. Lê ya balkêş e civaka Rojhilata Navîn ewil aboriya komunal pêk aniye û li cîhanê pêşengiya vê kiriye. Jiyankirina karasetek topyekun girêdayê sedemên dîrokîne. Encamên vê krîza tê jiyîn, bi tu karasetek çavsor re wekhev nayê dîtin. Ji ber di êrîşên çavsor de jî her tim jiyana komun esas bû. Kesî nikaribû dest bide vê. Lê çavsoriya kapîtalîst bi mantiqê îblîs ev têk bir û biser ket. Ger civak bixwaze bijî û hebûna xwe bidomîne, divê li ser bingeha aboriya komunê be. Dibêjin belkî qanûnîbûnek hişk tê wateya. Lê ji ber ku bêyî aboriyê ne pêkan e û ev aborî bêyî komunê pêk nayê, lêkera 'hebûn' li vir guncav e. Ger em ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê jiyana civakî bidomînin, divê em aboriya komunê serdest bikin. Ez dibêjim serdest, ji ber ku em nikarin kapîtalîzma taybet û kapîtalîzma dewletî weke bi kêrê jêkirina wan bavêjin aliyekî. Divê em komunê jî wekî berê bi marjînal bihêlin, wê jî serdest bikin.
 
Avakirina aboriya komun perwerdehiyek îdeolojîk, polîtîk û ahlaqî dixwaze
 
Civaka Rojhilata Navîn bi kapîtalîzmê re weke Ewropa û deverên din di nava aştiyê de nîne. Hêmana aborî ya komunal a modernîteya demokratîk a ku bi zanist û teknolojiya serdemê tê destekkirin, ne tenê bi bandorên qirker, çareserker û hilweşîner ên kapîtalîzmê re rû bi rû dimîne; Ji bo avakirina hemû qadên civakî bingeheke xurt dide. Individualîzma lîberal nexweşiyek bi qasî kanserê xeternak e. Em encax bi lênêrîna wê dikarin têxin nav jiyana komunal. 
 
Zihniyet û perwerdehiya exlaqî di vê de roleke mezin dilîze. Lê dema ku em ber bi ekonomiya komunal ve diçin, divê em baş fêhm bikin ku ev yek bêyî siyaseta demokratîk nayê avakirin û çi hewce dike bikin. Wekî din, pîvana exlaqî nayê paşguh kirin. Bi kurtasî ji nû ve avakirina aboriya komunê perwerdehiyeke hişk a îdeolojîk, siyasî û exlaqî dixwaze.
 
Aboriya komunan pergalek e ku hem li bajar hem jî li gund divê bê pêşxistin. Wêrankirina ekolojîk û arkeolojîk û hem jî wêrankirina civakî pêk anî. Tenê aboriya komunal a bi siyaseta demokratîk ve girêdayî dikare van hemû hilweşiyan derbas bike.
 
Kemîna kapîtalîzma lîberal
 
Îdeolojî û polîtîkayên şoreşger kêm li ser aboriya komun sekinîne. Bi taybet kapîtalîzma dewleta syalîzma reel,  bi sosyalîzmê re yek bûye û rê li karasetên mezin vekiriye û aboriya komunal bê bandor hiştiye. Piştgiriya ji bo kapîtalîzmê bi piştgiriya kapîtalîzma dewletê hatiye dayîn.divê di her şert û mercî de li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Divê dîtin ku ev kemînek girîng a kapîtalîzma lîberale. Kapîtalîzm dijminê civakê û aboriya komun e.
 
Aboriya komun hîmê esas a netewa demokratîke
 
Hemû kevneşopiyên ku di bingeha modernîteya demokratîk de ne û xwedî cewherê xwe yê dîrokî ne, hêja ne. Ji van a herî girîng, aboriyên komunên hevgirtî, rola yekîneya bingehîn dilîze. Aboriya komunan jî yekîneya bingehîn a neteweya demokratîk e. Çawa ku yekdestdarên serdestiya aborî yekîneyên îstîsmara aborî ya bingehîn a dewleta netewe ne, yekîneyên aborî yên komunan jî yekîneyên jiyana aborî ya bingehîn a neteweya demokratîk in. Neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk li ser aboriya komunan bilind dibe. Ji komîneke malbatî bigire heta neteweya demokratîk, li gorî hewcedariyê, bi hejmarî û bi hejmarê ve mezin, gelek yekîneyan dikarin bên avakirin. Komunên îdeal ên çandinî û kargehan ên herî girîng in. Wekî din, komunên kooperatîf, çûnûhatin, tenduristî û perwerdehiyê yên pir-armanc jî celebên komunan ên pêşeng in. Ya girîng ne ew e ku pêşî li komunan bên diyarkirin, li gorî pêwîstî û fonksiyona xwe her cure yekeyên komîn bi jimar û bi kalîte bên avakirin û tu kes bê komun nehêlin. Neteweya demokratîk ew netewe ye ku hemû endamên xwe komînan birêxistin dike û wezîfedar dike.
 
Bê komun pêşketin nabe
 
Civakên îroyîn ên Rojhilata Navîn ancax dikarin ji depresyona giran derbikevin ku di her warî de, bi taybetî jî di komunên aborî de, bigihin komunîzmê. Bê komun derketin nabe. Kevneşopiyên dîrokî û çandî ancax bi jiyana komînal dikarin cihê xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin. Kevneşopî nayê teqlîdkirin, lê bêyî ku xwe bispêre kevneşopiyê nayê jiyîn. Lê jiyana dîrokî-civakî dema ku kevneşopî bi nirxên afirîner ên heyî yên ku ne li ser înkar û teqlîdkirina kevneşopiyê ne, tê rijandin, wateya xwe ya rast distîne. Kevneşopiya komunal a aborî di vê de rola pêşeng dilîze. Ji bo hemû welatan komunên aborî pêwîst in. Rêya pêşîgirtina li bêkarî û perçebûna civakî jî derbasbûna heyama xebata komînal e. Çawa ku federalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk birêxistinkirin û sazîkirina jiyana siyasî ya neteweya demokratîk e, federasyona sendîkayên aborî yên komunal jî rêxistinbûn û sazîkirina jiyana aborî ye.
 
Federasyona Sendîkayên Aborî yên Komunal di asta herêmî, neteweyî û herêmî de bingeha aborî ya Yekîtiya Netewên Demokratîk a Rojhilata Navîn temsîl dike. Yekeyên aboriyê yên bi navê Kibbutz ên koka hêza hegemonîk Îsraîl pir dişibin aboriya komunal, serweriya aboriya komunal îspat dike. Heger hegemonîzma netew-dewleta Îsraîl bi ser bikeve, di qada aborî de ji derbasbûna aboriya komunal pê ve tu rêyeke din namîne.”