Şoreşa jinê (4)

  • 09:04 27 Sibat 2025
  • Dosya
 
Qirkirina jinê wek bîlançoya şer e
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Modernîteya kapîtalîst ji bo pergala xwe bide meşandin êrîş dike û yek ji van êrîşan jî qirkirina jinê ye û di heman demê de krîza pergalê jî diafirîne. Tevgera Jinên Kurd bi tespîtên daniye holê qirkirina jinê wek ‘bîlançoya şer’ derdixe pêş û li dijî vê têkoşînê nîşan dide.
 
Tevgera Jinên Kurd di têkoşîna azadiyê de îdiaya ‘şoreşa jinê’ esas digire û bala hemû jinên cîhanê jî dikişîne ser xwe. Ji bo vê nîqaşên mezin tên meşandin. Hîmê têkoşînê, analîzkirina rast a modernîteya kapîtalîst ava dike. Analîza Tevgera Jinên Kurd a modernîteya kapîtalîst,   piştgiriyek mezin dide têkoşînê.
 
Di vê beşa nivîsa xwe de em cih didin nirxandinên Tevgera jinên Kurd ya der barê krîza modernîteya kapîtalîst ku rê li ber qirkirina jinan vedike. 
 
‘Metakirina jinê’
 
Di beşa sêyemîn a nivîsa de, me hemû qadên ku krîza pergalê ava dike nirxand û ev di heman demê de rê li ber qirkirina jinan vedike û ev wek şerê li dijî jinan hatiye îlankirin derdikeve pêş. Ji ber ku hemû têkiliyên desthilatdariyê, mîlîtarîzm û netewperestî ji desthilatdariya mêr tên, ne pêkane  ku ev pirsgirêk bi rêya jinê kûrtir bibin. Pergala mêtingeriyê ya kapîtalîst a ku pergalên mêtingeriyê ya serdest a mêr lê zêde dike û kûr dike, bi rêbaz û amûrên hîna safîtir û cihêreng jin veguherandiye ‘metayê’.
 
Metakirina jinan bi rêbaza tundiyê pêk hat
 
Derxistina holê a van teşeyên metakirin girîng e. Ji mafê dengan heta heqdestên wekhev, ji mafê destberdanê heta kurtaj, heta mîrate û welayeta zarokan. Jinan bi bedel û têkoşînên mezin ev maf bidestxistin. Lê kapîtalîzmê têkoşîna xwe ya li hember jinan bi bazarkirina beden û binpêkirina enerjiya jinê, kiriye. Pêvajoyên alavkirina xweza, ked û mirovan her tim bi rêbazên tundiyê pêk hatine. Bêguman alavkirina jinê jî bi rêbaza tundiyê pêk hatiye.
 
Standarên bedewbûnê ya kapîtalîst
 
Li rêbazên tundiya fîzîkî û aborî, ya endustriya çandî û çapemeniyê jî zêde dibe. Reklam jinan bi bedenê wan dikin pirsgirêk û bi fîlm û rêzefîlman li ser jinan tundiyeke psîkolojîk a cidî heye. Kapîtalîzm bi standardên bedewbûnê jinan bi rengên çavan, kîlo, temen, bejn, porê wan û her wekê din bi pirsgirêk îlan dikin. Li welatên Asyayê emelyatên estetîkê yên ku teşeyê çav û çengeyê tune dikin tên kirin. Li Rojhilata Navîn, estetîka poz pir tê kirin. Tê teşwîqkirin ku jin li ser bedena xwe razemeniyê bikin. Di sektorên pornografîk, mode, kozmetîk, estetîkê de rêje her diçe zêde dibe û bedena jinan dibe alav.
 
Qedexeyên kurtajê
 
Yek ji rêbaza din a qirkirina jinê qedexeyên kurtajê ne. Di temenê biçûk de zewac ji sûc derdixin û zewaca bi gelek jinî re tê rewa kirin. Polîtîkayên 20 salên dawî yên dewletan hewcedariya desthilatdariyan bi kapîtalîzmê nîşan dide. Mafê kurtajê ku bi têkoşîneke mezin a jinan hatiye bidestxistin, yek ji alava polîtîka a desthilatdariyên rastgire. Li 73 welatî kurtaj serbeste û li 58 welatan qedexeye. Ji ber qedexeyan jinên nikarin kurtaj bibin di şert û mercên xerab de kurtajê dikin û ev jî rê li ber xetereyên mezin vedike.  Li gorî daneyên rêxistina tenduristiyê ya cîhanê navbera 2010-20142an de ji her çar jinekê yek bi kurtajê dawî li ducaniya xwe anîne. Li gorî rapora di 2018’an de hatiye weşandin li cîhanê ji sedî 45’ê jinan di hawirê ne ewl de kurtaj dibin. Her sal 7 mîlyon jin ji ber pêkanînên kurtaja nebaş bi nexweşiyan dikin û ji van 22 hezar jiyana xwe ji dset didin. Bi taybet li Afrîka, Asya û Latîn Amerîkayê ev rêje zêde ye.
 
Wek bîlançoya şer e
 
Di salên dawî de jin ji aliyê mêrên ku pê re têkiliya wan heye ve tên qetilkirin. Krîza di têkiliya jin-mêr û malbatê de  gihiştiye asteke wek bîlançoya şer.Li gorî daneyên ku NY’ê parve kirine, hejmara jinên ji aliyê kesên ji malbatê ve hatine qetilkirin nêzî 50 hezariye. Li gorî rapora komîsyona jinan a NY’ê ya di Nîsana 2020’an de weşandiye li seranserê cîhanê navbera di navbera temenê 15-49’an de bi mîlyonan jin bi tundiya fîzîkî û zayendî re tên rû hev. 
 
Pênasekirina qirkirina civakî
 
Pirsgirêkên azadiya jinê û pirsgirêkên ekolojîk ên bi van pirsgirêkên bingehîn re weke pirsgirêkên çareseriyê hatin dîtin. Lê dema ku xizanî, pirsgirêkên çandî, olî, nasnameyên etnîkî û pirsgirêkên demokratîkbûnê bi serdema sermayeya fînansê re kûr dibin, em behsa krîza ekolojîk, jinkujî û lûtkeya hemûyan, qirkirina civakî dikin. Dema ku krîza ekolojîk xwezaya yekem bi wêrankirineke bêveger re rû bi rû ye, jinkujî û qirkirina civakî meyla ji holê rakirina avahiya exlaqî-polîtîk a ku xwezaya duyemîn mumkin dike, kiriye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vê yekê ji pirsgirêkên civakî girantir weke "qirkirina civakî" pênase dike. Hilweşîna tevnên ku hebûna civakê pêk tînin, di esasê xwe de bi gotina fîlozofên serdemê ‘mirina mirov’ e. 
 
Di qirkirina civakî de du rê
 
Abdullah Ocalan terza meşandina qirkirina civakî û encamên vê wiha dibêje: “Qirkirina civakê bi du awayan pêk tê. Awayê yekem ew e ku bi îdeolojiya netew-dewletê û bi sazîkirina desthilatdariyê re mîlîtarîzm û şer li ser hemû porên civakê ferz bike. Di nîvê sedsala dawîn de civak bi vî şeklê şerê duyemîn bi awayekî serkeftî hatin birêvebirin... Civak ne tenê bi pirsgirêkan re, di heman demê de bi qirkirinê re jî rû bi rû ye. Li gel jenosîdên bisînorkirî yên berê, ev sosyolojiya nû, bi şeklê xwe yê tundtir û berdewam, dawiya xwezaya civakî amade dikin. Dibe ku mexlûqên dişibin cureyên mirovan hebûna xwe bidomînin: Lê wek keriyek, girseyeke faşîzmê... Girseya gel ku ji bo felaketên herî giran ên civakî û ekolojîk jî xwe berpirsyar nabîne vê rastiyê îspat dike. Nayê înkarkirin ku rewşek ji depresyon û krîzê wêdetir rû dide.”
 
Têkoşîna li dijî pergalê
 
Pêşbîniya ku krîza pergalê dê kûrtir bibe û dawî li kapîtalîzmê bîne, wê nekaribe encamên hilweşandina civakî rast analîz bike. Di vî warî de pêkhateyên civakî yên ku modernîteya kapîtalîst tê de kûr bûye, qadên ku bi giranî derfetên pêşketina alternatîfa pergalê winda kirine ne. Têkoşîna dij-pergalê û pergalên alternatîf li qadên ku çanda kapîtalîst herî kêm zirarê dibîne zêdetir pêş dikeve.