
Şoreşa jinê (10)
- 09:02 5 Adar 2025
- Dosya
Konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna Jinên Kurd, asta nîqaşên îdeolojîk û asta rêxistinbûyîna ku bi çalakiyan pêşxistiye, nîşan dide ku “Şoreşa Jinê” dikare pêk were û bi sîstemên konfederal ên hemû jinên cîhanê re dikare xwe bigihîne lûtkeyê.
Sedsala 21’ê di alî rêxistibûna tevgera azadiya jinan a global de xwedî wateyek stratejîke. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi perspektîfên ku ji bo azadiya jinê pêşkêş kiriye, nîqaşkirina astên nû jî bi xwe re aniye.
Di vê beşa nivîsa xwe de em ‘Di şoreşa jinê de konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê’ digirin dest.
Nîqaşên gav bi gav hatin meşandin
Di çarçoveya pêşnûmeya Akademiya Jineolojiyê ya sala 2018’an de, di 1’emîn Konferansa Dîplomasî ya Komelên Jinên Kurdistanê de biryar hat dayîn ku Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê bi perspektîfa avakirina pergala jinan a cîhanê xebatên têkiliyên demokratîk û tifaqê bê meşandin. Di 1. Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku di heman salê de li Frankfûrtê hat lidarxistin de ev rojev bi jinên cîhanê re hat parvekirin û armanceke hevpar hat diyarkirin. Di sala 2019’an de li Akademiya Jineolojiyê bi beşdariya jinên enternasyonalîst ên ji welatên cuda yên cîhanê, Partiya Jina Azad a Kurdistanê û Kolemên Jinên Kurdistanê nîqaşek li ser mijarê hat lidarxistin û biryar û xebatên di vî warî de di qada dîplomasiya jinan de berdewam dikin.
Bi jinên cîhanê re hevdîtin û pêşketin
Di 2021’ê de li Lubnanê duyemîn Konferansa Jinan a Rojhilat navîn Pêk hat. Di encama vê de Tifaqa jinan a Demokratîk aRojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi hedefa vakirina konfederalîzma jinan a Rojhilat aNavîn hat pêşxistin. Di 2022’an de Duyemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê pêk hat. Bi vê jî avakirina bingeha Konfederalîzma jinan hat hedefkirin. Dîsa 2022’an de li Tunusê 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê pêk hat û di vir de jî nîqaşên Konfederalîzma jinan û Şoreşa jinan hat nîqaşkirin.
Têkoşîna azadiya jinan, di pêşketina tevgera demokrasiyê ya global de pêşengiyê dike.
Di rêgezên esas de hevparbûn
Rêxistinên jinan pêdiviya wan bi sendîkayên ku bi parvekirina hin prensîbên bingehîn, bêyî ku li ser hev strukturên hiyerarşîk çêkin, îmkana parvekirina azmûnê û helwêst û tevgerên hevpar eşkere bikin, hene. Divê bingeha van yekitiyan fikra azadiya jinê be. Di vî warî de feraseta konfederalîzmê di diyarkirina yekitiya jinên cîhanê de ji bo vê armancê guncavtir e. Têgeha "enternasyonalîzmê" ku hevpariya kedkar, gelên bindest û hêzên şoreşger ên li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm û faşîzmê îfade dike, ji bo danasîna yekîtiya jinê têrê nake. Enternasyonalîzm wekî têgeh di esasê xwe de yekitiya şoreşgerî ya gelan bi derbaskirina sînorên netewî li ser bingeha têkoşîna çînan îfade dike. Li aliyê din yekitiya jinê xwedî karekterekî ye ku hem van wateyan di nava xwe de dihewîne û hem jî di warê naverokê de jê derbas dike. Jin xwedî pirsgirêkên neteweyî û çînî ne, lê di kûrahiya xwe de pirsgirêk û nakokiyeke bingehîn a zayendî heye. Konfederalîzm li gorî karakterê vê yekîtî û hevpariyê modeleke rêxistinî ye.
Hewcedariya bi yekitiyên mayîn de
Jin hatin gel hev û bi hev re têkoşînê nîqaş kirin, polîtîkayên hevpar pêş xistin, hin platform ava kirin, însiyatîf ava kirin, hin komele pêş xistin. Tecrubeya şoreşa Kurdistanê ya 40 salan û ezmûna şoreşa Rojava ya ku ji sala 2012’an ve pêşketiye, serkeftina vê perspektîfê nîşan daye. Ji xwe rêxistinbûna konfederal girîng e ku hemû jin bi cudahiyên xwe bi awayekî wekhev û azad xwe îfade bikin û tevlîbûna demokratîk pêk bînin.
Konfederalîzm çi îfade dike?
Konfederalîzm tê wateya girêdana demokratîk a di navbera rêxistinên demokratîk ên herêmî de. Lewma dema mijar dibe Konfederalîzma Jinên Cîhanê divê rêxistinên herêmî hebin û pêş bikevin. Pêwîst e li qadên herêmî rêxistinên mîna komunan ên berbelav bên pêşxistin û girêdaneke giştî ya konfederal bê avakirin. Têkilî û rêxistinên ku tavilê pêş ketine dibe ku di destpêkê de neyên gotin rêxistinên konfederal, lê girîng e ku torên rêxistinî yên berfireh werin afirandin û hêdî hêdî van toran ber bi şêwazek têkiliya konfederal a watedar ve biherike. Rêxistinên konfederal ên jinan parzemîn bi parzemîn û herêm bi herêm di nava parzemînê de li gorî rêgezên azadiya civakê bên pêşxistin. Divê ev rêxistin weke şebekekê be, toreke pêwendiyan ya temamker, herikbar û berdewam be. Kombûna rêxistinên konfederal ên jinên Afrîkî, Asyayî, Ewropî, Amerîkî, Amerîkaya Latîn û Avusturalya gav bi gav pêş dikevin, Konfederalîzma Jinên Cîhanê gav bi gav ava dike.
Divê di têgihiştina rêxistina Konfederal a Jinê ya Cîhanê de cihê netewperestî, çînayetî û nêzîkatiyên hiyerarşîk nebe.
Pêşxistina ronesansa jinê
Di warê perwerdeyê de jî divê avakirina akademiyên jina azad û xebatên zîhniyetê ku wê bibe sedema vejîna jinê bê pêşxistin. Di dema ku li ser Konfederalîzma Jinê bi nasname û tevgerên cuda yên jinan re nîqaş tên kirin, girîng e ku li gorî peymana civakî ya jinê nêzîkatî bê pêşxistin û ji vir ve berfirehkirina rast bê dayîn. Têkoşîna azadiya jinê ya ku li Kurdistanê pêşdikeve her dem di her kêliyê de bûye xwediyê karaktereke gerdûnî.
Dawî.