Têkoşîna li derveyê sînoran bilind dibe (5)
- 09:04 5 Adar 2025
- Dosya
Li Fransayê têkoşîna jinan: Ji Jeanne d'Arc heta îro
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna jinan a li Fransayê ji Jeanne d’Arc heta îro tê. Şervavenek di serdema navînde, jinên di Şoreşa Fransayê de li ber barîkatan berxwedan, dema sanayiyê de kedkarên jin yên têkoşîna kedê dan û sedsala 20’a de aktîvîstên bi tevgerên femînîst re civak veguhertin... Jinan seranserê dîrokê mafên xwe parastin li dijî zextan têkoşiyan. Têkoşîna wekheviyê îro jî didome.
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ne tenê rojeke pîrozbahiyane rojeke têkoşîna azadî û wekehviya jinan a bi salane li he derê cîhanê xwe dide nîşandanê ye. Wek her derê cîhanê li Fransayê jî têkşîna jinan pir alî û zehmet bû.
Li Fransayê ji Jeanne d’Arc heta niha jinan têkoşînên mezin dane. Di şoreşa Fransayê de jinan li barîkatan şer kirin, sedsala 19 û 20’an de wek pêşengên têkoşînê cih girtin û bi tevgerên femînîst civak veguhretin.
Di vê beşa dosya xwe de em koka têkoşîna jinên li Fransayê û berxwedana wan ya mohra xwe li dîrokê dane digirin dest.
Fransa yek ji welatê ku têkoşîna jinan derbasî dîrokê bûye. Di sedsala 15’an de Jeanne d’Arc di berxwedana li hember Îngîlîtsanê bû sembol û rola jinan di civakê de da ber nîqaşên xurt. Çîroka wê ji bo berxwedana jinan bû îlham. Lê darizandin û şewitandina Jeanne d’Arc, zextên civakî yên li hember jinan jî derxist holê. Têkoşîna mafê jinan a li Fransayê ji serdema navîn heta şoreşa Fransayê heta civaka sanayiyê û heta îro jî didome û teşe dibe.
Jeanne d'Arc û serdema navîn de jin
Jeanne d'Arc, 1412’an de hat dinê. Malbata wê gundî bûn. Jin wê demê tenê di rolên malên de hatibûn hepskirin. Lê Jeanne d’Arc çû cem Qralê Fransayê VII. Charles û xwest li dijî îngîlîzan têbikoşe. Ev wêrekiya wê wek bûyerek awarte hat dîtin û qebûlkirin. Gel piştgiriyek mezin dayê. Bû serkêşê artêşa Fransayê û li dijî Dagirkirina Orleanc biser ket. Her çû hat qebûlkirin. lê otorîteyên demî yên siyasî ev wek tehdîd dîtin. Jeanne d’Arc dema dîl hat girtin ne tenê bi nasnameya şervaniyê, ji ber wek mêran cil û berg li xwe kiribû û li dijî otorîteyê serî hildabû hat darizandin. Di 1431’ê de hat darizandin û darvekirin, şewitandin.
Vê bûyerê tirs li hember ola lîderiya jinan a di civakê û zextên li ser jinan nîşan da.
Şoreşa Fransayê û destpêka têkoşîna mafê jinan
Şoreşa Fransayê 1789’an de destpê kir. Ev bû tevgereke ku hiyeraşiya civakî jî hejand. Şoreşgerên bi dirûşmeya "Azadî, wekhevî û yekitî" derketin rê hewl dan mafên gel berfireh bikin. Lê vê pêvajoyê de mafên jinan nehatin dîtin. Jin aktîf tevli şoreşê bûn, têkoşîn dan. Lê piştî şoreşê jin nehatin dîtin û rêveberî wek ya mêran derket holê.
Yek ji kesên herî navber Olympe de Gouges bû. Li dijî "Danezana mafê mirov û welatibûnê" ya ji bo mêr hat amadekirin, "Danezana mafê jin û welatiyên jin" de nivîsî. Olympe de Gouges di 1793’yan de dijmina dewletê hat îlankirin û dervekirin.
Vê bûyerê nîşan da ku şoreş her tim ji bo hemû civakê mafê wekhev nayne. Bi taybet jî ji bo jinan.
Di sedsala 19’an de cihê jinan
Di sedsala 19’an de kapîtalîzm berfireh bû û jin zêdetir tevli hêza kar bûn. Jin bi heqdestên kêm û şertên giran hatin xebitandin. Jin her tim di her alî de di plana duyemîn de hatin hiştin. Wê demê karkerên jin çalakî û protesto pêk anîn. Di tevgerên sendîkal de cih girtin. Daxwazên wan heta navîna sedsala 20’an ketin jiyanê.
Di sedsala 20’an de bi têkoşîna jinan, destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Di 1944’an de li Fransayê mafê dengan a jinan hat nasîn û jin tevli pêvajoyên siyasî bûn.
Tevgerên jinan di 1970’ê de hîn bêtir xurt bûn. Simone de Beauvoir, li dijî hepskirina jinan di rolên zayenda civakî de, derket. Di 1975’an de bi qanûna Simone Veil mafê kurtajê hat nasîn.
Roja îro de têkoşîna maf a jinan ya li Fransayê
Tevî ku îro Fransayê di warê mafên jinan de gelek pêşketin pêk anîbe jî dîsa jî pirsgirêkên cidî hene ku divê bên çareserkirin. Tundiya li ser jinan, ferqa heqdestên zayendî û nebûna temsîliyeta siyasî ji mijarên ku tevgerên femînîst têkoşîna xwe didomînin ne.
Bi taybet tevgera MeToo aliyên destdirêjiyê yên li Fransayê derxist holê. Jinan hîn bêtir dengê xwe bilind bikin. Lê hîna bi sedan jin di tundiya malbatê de jiyana xwe ji dest didin.