Ber bi 8’ê Adarê: Berxwedana sedsalê (5)

  • 09:06 5 Adar 2025
  • Dosya
 
Jin bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têdikoşin
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê endama TJK-E’yê Faraşîn Sîdar der barê têkoşîna dimeşînin de nirxandi kir û got: “Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê hêza berxwedanê ya mezin derket holê. Felsefeya "Jin jiyan azadî" di vî alî de bû meşale. Jin li dijî pergala serdest êdî têkoşînek hîn bêtir yekbûyî dimeşîne. Piştî 8’ê Adarê em ê ber bi Newrozê pêla berxwedanê mezin bikin.”
 
Jin li dijî zext, têkoşîn, êrişên li hember jinan berxwedana rêxistinkirî mezin dikin. Jinên Kurd ku pêşengiya bexwedanê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî’ dikin. Endama TJK-E’yê Faraşîn Sîdar ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê derbarê têkoşîna jinan de nirxandin kir.
 
Faraşîn Sîdar da zanîn ku ew jinên di rêya berxwedan û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne û got: “Ber bi 8’ê Adarê divê binpêkirina  mafan a jinan, xespkirina mafan, tundî û têkşîna jinan a li dijî vê zêdetir bê axaftin. Her sedsalê de jin hatine kolekirin, qirkirin û tune hatine hesibandin. Li dijî vê jinan tu carê tunhesibandin qebûl nekirin. Gelek pêlên femînîst ji bo van destkeftiyan têkoşîn meşandin. 8’ê Adarê pêvajoyeke ku bi qetilkirina 129 jinan derket holê. Wek Rêber Apo jî gotiye em 8’ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê binirxînin jî ev rojeke berxwedanê ya jinane.”
 
‘Di sêyemîn şerê cîhanê de jin êdî ne bê alternatîfin’
 
Faraşîn Sîdar  daxuyakirin ku îro bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd têkoşîna enternasyonal mezin bûye û wiha vegot: “Berxwedana jinan a li cîhanê mezin dibe û li aliyê din jî polîtîkayên zext û tundiyê zêde bûn. Di vî alî de tevgera jinên Kurd di bin alava berxwedana têkoşeriyê ya pêş xistiye bi tevgerê jinên enternasyonalî de 8’ê Adarê hîn bêtir watedar dike. Êrişên li hember jinan li her derê hene. Em bi rastiya jina xwedî hişmend dikarin pêşî li vê bigirin. Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê hêza berxwedana mezin derket holê. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ di vî alî de bû meşale. Di sêyemîn şerê cîhanê de jin ne bê alternatîf in.”
 
‘Jin têkoşîna yekbûyî didin meşandin’
 
Faraşîn Sîdar daxuyakirin ku felsefeya "Jin jiyan azadî" û paradîgma azadiya jinê tecrube ava kiriye û aliyê têkoşînê pêş xistiye. Faraşîn Sîdar wiha vegot: “Rêxistinek rêxistinkirî ya ji aliyê gelan tê meşandin heye. Em rastiyeke ku bi hişmendî û rêxistinkirî li dora felsefeyê kom bûye dibînin. Tevgera Jinan a Ewropayê çend sal berê li Ewropayê konferansek mezin pêk anîn. 800 jin hatin gel hev. Ji bo hûnandina konfederalîzma jinê perspektîf derket holê. Ji wê rojê şûnde xebatek mezin tê meşandin. Ji bo têkoşîna yekbûyî didin meşandin.”
 
‘Em ê pêla berxwedanê mezin bikin’
 
Faşîn Sîdar wiha berdewam kir: “Weke Tevgera Jinê ya Ewropayê em bi şêwazeke pir tund û piralî dimeşînin. Ji bo jin xwe di nava komunan de birêxistin bikin û li hemberî pergalê xwe bi rêxistin bikin xebatên xwe berdewam kirin. Ji bo hîn berfirehkirina tevna jinan a navneteweyî, xebatên jineolojiyê li gelek deverên Ewropayê bi coşeke mezin dewam kirin. Felsefeya Rêber Apo ya 'Jin jiyan Azadî' li gelek deverên Ewropa û cîhanê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Daxwaza têgihiştin û zindîkirina naveroka vê felsefeyê hebû. Di vî warî de pêvajoyeke perwerdehiyê, semîner û panelên dijwar hebû. Li ser cîhana cudaxwaz a ku zayendperestiya civakî di civakê de afirandiye jî konferans hatin lidarxistin. Ev konferans dê di destpêka meha Adarê de dîsa li welatên din bên lidarxistin. Ev xebata dijwar wê bi taybetî heta 8'ê Adarê bidome. Piştre em ê pêla berxwedanê ya Newrozê mezin bikin.”
 
Bi ‘Jin jiyan azadî’ gavên mezin hatin avêtin
 
Faşîn Sîdar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Felsefeya jin jiyan azadi bûye perspektîfek ku li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve dest pê kir û li her çar aliyê cîhanê ji dirûşmekê veguherî felsefeya jiyanê. Di vî warî de tişta ku Rêber Apo got, ev felsefeya ku xalên jiyanê û jinê di nava xwe de dihewîne, rastî têkoşînekê hat. Rêber Apo dema ku sedsala 21'an weke sedsala jinê bi nav kir, mebesta vê yekê bû. Tevgerên jinan bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' li her derê bi pêşengiya jinên Kurd xwe birêxistin dikin, xwe perwerde dikin û li dijî vê sîstemê di warê xweparastinê de xwe bi pêş dixin. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' nîşan dide ku jin bi xwe bibe û xweparastina xwe pêş bixe, dikare bibe bersiv ji polîtîkayên şerê fîzîkî, derûnî û taybet ên zilamê serdest re. Ji bo pêşxistina felsefeya 'Jin jiyan azadî' divê em zêdetir bixebitin.”