
Têkoşîna li derveyê sînoran bilind dibe (6)
- 09:04 6 Adar 2025
- Dosya
Têkoşîna ax, nasname û azadiyê ya jinan Maorî
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Okyanusyayê jin bi sedsalane li dijî binpêkirin û newekheviya zayendî têdikoşin. Li Yenî Zelandayê jinên Maorî mafên perwerde, aborî û siyasetê diparêzin. Jinên di şopa berxwedana ku Te Puea Herangî pêşengiya wê kir de, dimeşin têkoşîna xwe dibin sedsala 21’ê.
Li seranserê cîhanê 8’ê Adarê dibe dengê têkoşîna azadî û wekhevî a jinan. Jin ji bo destkeftiyên xwe têdikoşin û li her çar alî cîhanê têkoşîna vê didin. Li Okyanusyayê jin ji bo parastina mafên xwe têdikoşin. Ji Avustralyayê heta Polînezyayê, ji Samoa heta Zelanda Nû, jin xwe rêxistin dikin û têdikoşin.
Yek ji mînakên herî xurt a jinan ya li Okynusyayê, tevgera jinan a li Zelanda Nû ye.Di vê beşa dosya xwe de em pêşketina dîrokî a têkoşîna jinan ya Zelanda Nû digirin dest.
Li Zelanda Nû têkoşîna jinên Marorî li dijî newekheviyê, binpêkirinê îro jî didome. Daxwazên ji bo perwerdehî, serbixwebûna aboriyê û di siyasetê de wekhevî, di sedsala 21’ê de jî didomin.
Tevgerên jinan û berxwedana jinên Maorî
Zelanda Nû di warê mafên jinan de yek ji welatên herî pêşketî yên cîhanê tê dîtin. Di sala 1893'an de yekemîn welat bû ku mafê dengdanê da jinan, nîşan dide ku tevgerên mafên jinan li ser bingehên xurt hatine avakirin. Lê belê ev destkeftî ji bo hemû jinan bi awayekî wekhev nehate bidestxistin. Dema ku jinên bi eslê xwe Ewropî (Pakeha) mafê dengdanê bi dest xistin, jinên Maorî bi gelek salan li hember mijarên wekî mafên axê, azadiya aborî û nûnertiya siyasî rastî astengiyên mezin hatin.
Jinên Maorî ji sedsala 19'an û vir ve di tevgerên parastina mafên gelên xwecî de rolên girîng lîstine. Meri Te Tai Mangakahia yek ji wan navên yekem bû ku ji bo mafê jinê yê nûnertiya siyasî têkoşiya. Henî Pore bi beşdarbûna berxwedana çekdarî ya li dijî Îngîlîzan gelê xwe parast. Di destpêka sedsala 20-an de, Te Puea Herangi bû ne tenê rêberê berxwedanê, lê di heman demê de di avakirina aborî û çandî ya gelê Maori de jî bû rêber.
Te Puea Herangi di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de dijberî leşkerkirina bi zorê ya hukûmetê ya ciwanên Maorî bû. Ji bo parastina ciwanan bi gotina “Ev ne şerê me ye” dest bi berxwedanê kir. Wî Turangawaewae Marae li herêma Waikato damezrand, ew veguherand navendek vejîna çandî û aborî. Wî dîplomasî kir ku ji nû ve serxwebûna gelê Maorî bi dest bixe, beşdarî danûstandinên bi hukûmetê re bû û ji bo vegerandina mafên têkoşîn meşand. Jinên Maorî îro jî di riya wê de têkoşîna xwe didomînin.
Têkoşîna wekheviya di perwerdehiyê de
Jinên Maorî îro ji bo wekheviya di perewrdehiyê de têkoşîn axwe didomînin. Polîtîkayên perwerdehiyê yên bipêker bi salan ziman û çanda Maorî xist bin zextan. Di sedsala 20’an de jinên Maorî li dijî vê xwe rêxistin kirin û ji bo çand û zimanê wan ji nûve zindî bibin berxwe dan. Di 1980’ê de Tevgera Kohanga Reo(dibistanên seretayî yên Maorî) armanc kir ku zimanê herêmî di temenê biçûk de bê fêrkirin.
Îro li Zelanda Nû li zanîngehan beşên xebata Maorî tên vekirin. Akdemîsyonên jin yên Maorî her diçin zêdetir dibin.Jinên Maorî ji bo nûneriya wekhev û di perwerdehiyê de zêdetir wekhevî hebe têdikoşin.
Rola jinan a di beşên kar de
Li Zelanda Nû di mijara tevlibûna hêza kar de pêşketin hebe jî hîna jin ji bo newekheviya di aboriyê de têdikoşin. Jinên Maorî di cîhan kar de nûneriya wan hebe jî ji bo çareseriya newekheviyan zêdetir reforman daxwaz dikin.
Tevlibûna jinan a siyasetê bi sînore
Li Zelanda Nû tevlibûna jinan a siyasetê xurt be jî, nûneriya jinên Maorî ya di parlamentoyê de bi salan bi sînro ma. Salên dawî de ev bi guherî. Nanaîna Mahuta di 2020’an de bû wezîra karê derve ya ewil a Zelanda Nû.
Li Okyanusyayê têkoşîn didome
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, têgihiştina tevgerên jinan ên li Okyanusyayê ji bo tevkariya têkoşîna gerdûnî pir girîng e. Têkoşîna jinên Maorî ya li Zelandaya Nû ne tenê wekî pirsgirêka paşerojê, di heman demê de ya îro û pêşerojê jî hebûna xwe didomîne. Daxwaza wekheviya derfetên perwerdehiyê, serxwebûna aborî û temsîliyeta siyasî di navenda têkoşîna jinan de berdewam dike.