Nobeta li dijî JES’ê di roja 179’an de ye
- 19:05 29 Cotmeh 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Nobeta ku li gundê Xwarik ê Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê hatiyû destpêkirin, di roja 179’an de ji hêla şêniyên gundê Sofyan ve dewr hat girtin.
Nobeta ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, di roja 179’an de berdewam dike.
Li cihê nobetê pankarta “Gelê Gimgimê santrala eneriya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min” hate daliqandin.
Nobet bi dewrgirtina şêniyên gundê Sofyan ve berdewam dike.







